Li girtîgeha Kobaniyê şewat derket: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li girtîgeheke Kobaniyê, di encama derketina şewateke mezin de herî kêm 7 girtiyan canê xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesên din jî ji ber şewat û xeniqîna bi dûmanê birîndar bûn. 

Li gorî zanyariyên çalakvanên xwecihî yên bajêr, aloziya di nava girtîgehê de piştî wê yekê dest pê kiriye ku berpirsê ewlehiyê yê bajêr Macideddîn (Ebû Omer) bi rêya hin gotinên nijadperest girtî provoke kirine, bi armanca ku rewşê ber bi alozbûnê ve bibe da ku mayîna hêzên Asayîşa Giştî li bajêr rewa bibe.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî derketina biryarekê ji bo veguhestina girtiyan ber bi bajarê Helebê, hem girtiyan û hem jî beşek ji endamên Asayîşê ev biryar bi tundî red kirine; ji ber ku tirsa wan hebû ku girtî li Helebê rûbirûyî eşkence û serederiya xerab bibin. Li hember pêdagiriya fermandariya ewlehiyê ya li ser cîbicîkirina biryarê, girtiyekî agir berda doşeka xwe ku di encamê de pêtên agir bi lez di nava avahiyê de belav bûn.

Ev bûyera girtîgehê hevdem e bi lidarxistina xwepêşandanên nerazîbûnê li kolanên Kobaniyê. Welatî li dijî kuştina şervanê kurd ê bi navê Samî Şêxmûs Heso (endamê Lîwaya Hesekê) daketibûn ser kolanan û nerazîbûn nîşan dabûn.

Li aliyê din, ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) ji zarê Rêveberiya Ewlekariya Hundirîn a Kobaniyê ragihand, hêzên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya çalakiya şermezarkirinê ya li ser kuştina ciwanê bi navê Samî û ji bo desteserkirina tawankaran hatibûn belavkirin.

Li gorî daxuyaniyê, hejmarek ji xwepêşanderan bi kevir, gulebarankirin û pêxistina agir êrîşî çend navend û avahiyên ewlehiyê kirine û di encamê de birîndar di nava hêzên ewlehiyê de çêbûne. Rêveberiyê tekez kir ku piştî destwerdana hêzên wan, kontrol li ser bajêr hatiye pêkanîn, aramî vegeriyaye û hejmarek kesên destê wan di êrîşan de hebû hatine desteserkirin û lêpirsîn ligel wan didome.