Iraqê deriyekî sînorî yê bi Îranê Îranê girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê ya Iraqê ragihand, deriyê sînorî yê Şelemçeyê yê li gel Îranê bi awayekî demkî hatiye girtin, bêyî ku sedemên fermî yên li pişt vê biryarê bên eşkerekirin.
Wî jêderî îro 12ê Îlona 2026an da zanîn: “Ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve, rênima û ferman hatine dayîn ku deriyê sînorî yê Şelemçeyê bê girtin û hemû fermanber û karkerên li wir bên derxistin.”
Her çend e heta niha ti daxuyaniyeke fermî li ser sedemên vê gavê nehatiye belavkirin jî, lê jêderên herêmî di wê baweriyê de ne ku ev biryar tedbîreke xweparastinê ye, ji ber tirsa rûdana êrîşeke muhtemel li ser herêmê.
Deriyê Şelemçeyê dikeve rojhilatê parêzgeha Besrayê û yek ji girîngtirîn dergehên bejayî ye ku Iraqê bi Îranê ve girêdide.
Girtina vê deriyê sînorî piştî wê yekê hat ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî berbanga vê sibehê fermana dûrxistina Fermandarê Operasyonên Mêysanê ji posta wî da û biryara pêkanîna komîteyeke lêpirsînê derxist. Ev gav piştî wê yekê hat avêtin, hate piştrastkirin ku êrîşên dawî yên li ser Erebistana Siûdî ji pêgeheke nava parêzgeha Mêysanê ve hatine kirin.
Beriya niha Erebistana Siûdî ragihandibû ku xeta boriya petrolê ya Rojhilat–Rojava li navçeyên Riyad û Medîneyê rûbirûyî êrîşên dironî yên ji Iraqê bûye, ku di encamê de ziyanên canî û madî çêbûne. Riyadê tekez kir ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê di vê qonaxê de wan biryar daye ku bersivê nedin, lê mafê wan ê parastina ax û saziyên wan parastî ye.
Di dawiya meha Tîrmeha borî de jî, hêzên Siûdiyê bi hemahengiya ligel Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), êrîşên asmanî biribûn ser baregehên komên çekdar li heft parêzgehên Iraqê, di nav wan de Besra jî hebû; ev yek jî wek bersivek bû li hember êrîşên bi dronan ên li ser saziyên petrolê yên li nava axa Siûdiyê.