Şanda danûstandkar a Hikûmetê bi Polîtbûro û fraksiyona PDKê redicive
Kurdistanê ya ligel Bexdayê, îro bi Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û fraksiyona PDK ya li Parlamentoya Iraqê re dicive.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, civîn îro 12ê Îlona 2026an, saet 11:00ê pêşnîvro li baregeha Polîtbûroya PDKê ya li Pîrmamê birêve diçe.
Di vê civînê de, encamên hevdîtinên şanda hikûmetê yên bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Federal a Iraqê re tên gotûbêjkirin; bi taybetî mijara pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya sala 2027an de, maf û şayisteyên darayî yên karmend û mûçexuran û çend pirsên din ên girîng ên di navbera her du aliyan de.
Ev civîn piştî wê yekê tê, roja 8ê Îlonê, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û roja 9ê Îlonê, bi wezîrên darayî, petrol û plandananê yên Iraqê re civiyabû.
Armanca sereke ya serdana şandê ew bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rasterast beşdarî amadekirina reşnivîsa projeyasaya budceya federal a sala 2027an bibe, da ku pişka darayî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di nav reşnivîsa budceyê de bi temamî werin çespandin û garantîkirin.