Firokxaneya Besrayê hemû geştên xwe yên bo Îranê rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokxaneya Navdewletî ya Besrayê hemû geştên xwe yên asmanî yên ber bi Îranê ve heta demeke nediyar rawestandin. Di heman demê de, li sînorê parêzgeha Xûzistanê ya Îranê hemû deriyên sînorî yên bejayî yên bi Iraqê re hatin daxistin.
Li gorî ajansa nûçeyan a "Fars" a Îranî, Firokxaneya Navdewletî ya Besrayê hemû geştên xwe yên asmanî yên ber bi firokxaneyên Îranê ve dane sekinandin. Ev biryara ji nişka ve, bû sedema astengiyeke mezin ji bo çûnûhatina rêwiyan; di nav wan de biryar bû îro roja 12ê Îlonê, şandeya tîma fûtbolê ya Îstiqlal a Îranê ji Tehranê ber bi Besrayê ve bi rê bikeve, lê ji ber vê biryarê geşta wan hat hilweşandin.
Li aliyê din, Cîgirê Parêzgarê Xûzistanê Weliyulah Heyatî ragihand, li ser agahdariya fermî ya aliyê Iraqî, ji berbanga vê sibehê ve deriyên sînorî yên Şelemçe û Çezabeyê heta demeke nediyar hatine girtin.
Heyatî herwiha da zanîn, ti derbasbûnek ji bo geştyar û barhilgirên bazirganiyê nayê kirin û ev rêkar dê heta agahdarkirineke din berdewam be.
Parêzgeha Besrayê li başûrê Iraqê hevsînorê parêzgeha Xûzistanê ya li başûrê rojavayê Îranê ye. Deriyên sînorî yên Şelemçe û Çezabeyê du ji xalên herî girîng ên bazirganî û çûnûhatina rêwiyan di navbera her du welatan de ne; rojane bi hezaran kes û bi sedan barhilgirên bazirganiyê di ser wan re derbas dibin.
Herwiha Firokxaneya Besrayê jî rawestgeheke sereke ya firînên asmanî ye bo bajarên Tehran û Meşhedê. Her çend sedema fermî ya vê girtinê nehatibe ragihandin jî, lê carinan ji ber sedemên ewlehiyê yan krîzên siyasî yên herêmî ev rêkar tên girtin.