Heybet Helbûsî êrîşên li ser Siûdiyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) Heybet Helbûsî bi tundî ew êrîşên ku li dijî Şahnişîna Erebistana Siûdiyê hatibûn kirin şermezar kirin û tekez kir ku Iraq rê nade ax û asmanê wê ji bo gefxwarina li ser welatên cîran were bikaranîn.

Heybet Helbûsî îro 12ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de ragihand: “Bikaranîna axa Iraqê an asmanê wê ji bo gefxwarina li ser ewlehiya Erebistana Siûdiyê yan jî her welatekî din ê cîran, tevgereke redkirî û şermezarkirî ye.” Helbûsî herwiha destnîşan kir, ev cure kiryar bi temamî li dijî siyaseta fermî ya dewleta Iraqê, berjewendiyên neteweyî û pêwendiyên dostane yên li gel welatên navçeyê ne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokê Parlamentoya Iraqê hişyarî li metirsiya kişandina Iraqê bo nava milmilane û şerên navçeyê da. Di vê çarçoveyê de, wî giringiya mana çekan tenê di destê dewlet û saziyên destûrî de tekez kir û anî ziman ku divê hemû hêz di bin fermana rasterast a Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bin, da ku serweriya welêt bihêz bibe û aramî bê parastin.

Derbarê gavên Hikûmeta Iraqê yên ji bo rûbirûbûna rewşê de, Helbûsî piştevaniya xwe ya temam ji bo rêkarên hikûmetê nîşan da; bi taybetî biryara vekirina lêpirsîneke bilez ji bo aşkerekirina wan aliyên ku destê wan di van êrîşan de heye û radestkirina wan bo dadgehê.

Di dawiya peyama xwe de, Heybet Helbûsî hewlên hikûmetê yên ji bo kontrolkirina rewşê û parastina têkiliyên bihêz ên di navbera Bexda û Riyadê de bilind nirxand, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê bike û welat û tevahiya navçeyê ji aloziyên zêdetir biparêze.