Inîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê neyartiya li dijî gelê kurd li Sûriyeyê bê rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Inîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina hovane ya şervanê kurd Sîpan Hiznî û bûyera xemgîn a girtîgeha Kobaniyê bi tundî şermezar kir û bang li hikûmeta Şamê û hêzên garantor kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin.
Inîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk îro 12ê Îlonê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, şervanê kurd û endamê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî ji aliyê hêzên çekdar ve bi awayekî hovane hatiye kuştin û li pey wê jî destêwerdana tund li hember xelkê nerazî yê Rojava hatiye kirin. Inîsiyatîfê xemgîniya xwe ya kûr li ser şewata zindana Kobaniyê anî ziman û got: “Me bi xemgînî bihîst ku di şewata girtîgeha Kobaniyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.”
Inîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hişyarî da ser berdewamiya neyartiya li dijî gelê kurd li Sûriyeyê û got: “Eger ev bûyer provokasyon be, divê demildest hikûmeta Şamê ya demkî berpirs û kujeran desteser bike û wan bêceza nehêle. Eşkere ye ku li Sûriyeyê neyartiya hin hêz û aliyan a li dijî gelê kurd bi dawî nebûye; lewma hê jî êrîş li ser wan malbatên ku dixwazin vegerin ser milkên xwe tên kirin, mafên wan ên rewa û neteweyî nayên qebûlkirin û bûyerên revandin, wendakirin û kuştinê didomin.”
Inîsiyatîfê herwiha destnîşan kir: “Divê her kes baş bizanibe ku kurd ne tenê ne û ne bêxwedî ne; çavên hemû gelê Kurdistanê li ser Rojavayê ne. Banga me beriya her kesî li hikûmeta Şamê ye ku demildest ev bûyer bên ronîkirin û kujer bên cezakirin. Her wiha hêzên garantor jî divê berpirsiyariya xwe ji bîr nekin û ji bo ewlehiya hemû pêkhate û gelan li rola xwe xwedî derkevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, Inîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk banga xurtkirina yekîtiya demokratîk a gelê kurd kir, sersaxî li tevahiya gelê Rojava û malbatên qurbaniyan kir û ragihand ku ew hemû cureyên êrîşan bi tundî şermezar dikin.