Şaxewan Ebdullah: Hewlêr û Bexdayê hîna li ser pişka %14an li hev nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna hevbeş a Polîtbûroya PDKê, fraksiyona partiyê ya li Parlamentoya Iraqê û şanda danûstandkar a hikûmetê, Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, kêşeya mûçeyan ber bi çareseriya dawî ve diçe û ew daxwaz dikin ku di projeyasaya budceya sala 2027an de mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji çarçoveya "xerciya rasteqîne" bê derxistin.

Şanda danûstandkar a bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 12ê Îlona 2026an, ligel Polîtbûro û fraksiyona PDKê civiya. Piştî bidawîbûna civînê, Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di konferanseke rojnamevanî de encamên civînê ji medyayê re eşkere kirin.

Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên destûrî li hember Hikûmeta Federal pêk anîne; çi di warê radestkirina dahatên ne-petrolî de be û çi jî di pirsa hûrbîniya lîsteya mûçexuran de be. Lewma niha ti behane û hincet di destê Bexdayê de nemane ku mûçeyên fermanberan paş bixe û ev pirs ber bi çareseriyeke yekcarî ve gavan diavêje.”

Ebdullah bal kişand ser hewlên wan ên ji bo dûrxistina jiyana xelkê ji nakokiyên siyasî û got: “Şanda danûstandkar bi hûrgilî, dane û hejmar hemû rastî xistine ber destê Wezareta Darayî ya Iraqê. Herwiha proseya biyometrîk û vekirina hejmarên bankî (tewtîn) qonaxeke gelekî baş biriye, vê yekê jî baweriyeke xurtir di navbera her du hikûmetan de çêkiriye.”

Derbarê projeyasaya budceya giştî ya sala 2027an de, Şaxewan Ebdullah da zanîn ku biryar e nîveka meha bê (Cotmehê) projeyasa ji bo parlamentoyê bê şandin û fraksiyona PDKê dê bi tevahî piştgiriya daxwazên rewa yên Herêma Kurdistanê bike.

Ebdullah herwiha got: “Şanda hikûmetê di danûstandinên xwe de daxwaz kiriye ku mûçeyên fermanberan û heqdestên darayî yên Herêmê ji xerciya rasteqîne bên derxistin, da ku wekî hemû parêzgehên din ên Iraqê danûstandin ligel mûçexurên Herêma Kurdistanê were kirin.”

Derbarê pişka giştî ya Herêmê di budceyê de, serokê fraksiyona PDKê aşkere kir ku hîn jî Hewlêr û Bexda li ser çespandina rêjeya ji sedî 14an li hev nekirine û danûstandinên teknîkî berdewam in.

Di dawiyê de, Şaxewan Ebdullah bang li tevahiya alî û partiyên Kurdistanî yên li Bexdayê kir ku yekdeng û hevrêz bin, ji ber ku pirsa mûçe û jiyana mûçexuran rasterast bi debara hemû gelê Kurdistanê ve girêdayî ye û nabe bibe amrazek ji bo milmilanê û nakokiyên partiyetiyê.