Dem Partî kuştina Sîpan Hiznî û destwerdana li Kobaniyê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) bi daxuyaniyeke nivîskî revandin û kuştina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî û destwerdana li dijî girtîgeha Kobaniyê ku bû sedema canjidestdana girtiyan bi tundî şermezar kir û ev bûyer wekî “provokasyoneke aşkere” binav kir.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) îro 12ê Îlonê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji ber van windahiyên biêş ew di nava xemgîniyeke kûr de ne; her wiha sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan û tevahiya gelê Rojava, û şifaya lezgîn jî ji bo hemû birîndaran xwest.
Di beşeke daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dema rûdana van bûyeran û hat gotin: “Kuştina Sîpan Hiznî di qonaxeke wisa hestiyar a pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de cihê balê ye. Ev tawan û bi heman awayî şêwaza destwerdana li dijî girtîgehê provokasyoneke gelekî aşkere ye.”
MYKê daxwaz kir, divê derbarê kuştina Sîpan Hiznî û rûdanên li girtîgeha Kobaniyê de bi hûrbînî lêpirsîn bê destpêkirin, sedema mirina mirovan demildest bê aşkerekirin û hemû berpirsiyar bêyî ku ti cudahî bikeve navbera pile, rutbe yan meqamên wan, bên tesbîtkirin û dadgehkirin.
Dem Partiyê herwiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku gava herî rast ji bo rêgirtina li ber mezinbûna rageşiyê ew e ku hêzên ewlehiyê yên ji Helebê bo Kobaniyê hatine şandin, ji herêmê bên vekişandin. Divê rejîma Şamê xwe ji hemû destwerdanên ku rewşê gur dikin dûr bixe. Mafê rewa û nerazîbûna demokratîk a gelê Rojava, nabe bi rêya destwerdana tund were pêşwazîkirin; pêwîst e nêzîkatiyeke wisa esas bê girtin ku aloziya civakî kêm bike, ne ku zêde bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku di qonaxeke wiha nazik û şikestok de, her bûyerek dikare bibe zemîna provokasyonan. Herwiha hate tekezkirin ku rêgirtina li ber van provokasyonan, erkê hevpar a hemû aliyên berpirsiyar e.
Çirûska sereke ya van aloziyan şeva Pêncşemê, 10ê Îlona 2026an dest pê kir; dema ku ciwanekî bi navê Sîpan Hiznî (endamê lîwayeke artêşa Sûriyeyê û şervanê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD) ji aliyê çend kesan ve bi awayekî hovane hat kuştin û serê wî hat jêkirin. Piştre termê wî radestî malbata wî hat kirin.
Şehîdkirina Sîpan Hiznî bû sedema destpêkirina pêleke berfireh a nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê li Kobanî, Qamişlo û piraniya bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê.
Li bajarê Kobaniyê, hewldana hêzên ewlehiyê ya ji bo belavkirina xwepêşanderan bû sedema derketina girjî û pevçûnan. Li pey vê yekê, ji bo derketin û ketina nav bajarê Kobaniyê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin, hêzeke mezin a ewlehiyê ber bi nava bajêr ve hat şandin û dest bi pêleke girtina ciwanên nerazî hat kirin û ew xistin girtîgehê.
Rageşî derdora saet 02:00ê berbangê gihîşt lûtkeyê; dema ku hêzên ewlehiyê biryar da beşek ji ciwanên desteserkirî ber bi zindanên bajarê Helebê ve veguhêzin. Girtiyan bi tundî li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û di nava girtîgehê de alozî derket.
Di encama têkçûna rewşa hundirê zindanê de, girtiyekî agir berda doşeka xwe. Pêtên agir bi lez di nava hemû avahiyê de belav bûn û beşeke mezin a avahiyê şewitî û di encamê de 9 girtiyan canê xwe ji dest da û 17 girtî jî birîndar bûn.