Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê: Cihekê DAIŞê li Diyaleyê hat wêrankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, ragihand ku bi rêya bombebarneka asmanî li sînorê parêzgeha Diyaleyê, cihekê girêdayî çekdarên terorîst ên DAIŞê bi temamî hat wêrankirin.
Li gorî ragihandineke Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê, di çarçoveya bizavên berdewam ên peyketina paşmayên terorê û jinavbirina şaneyên wan ên têlbirî de, hêzên çekdar li ser operasyonên xwe yên pêşwext bo paqijkirina axa welat ji gefên komên terorîst berdewam in.
Di wê ragihandinê de hatiye ku li ser bingehê zanyarên hewalgirî yên berfireh ên Rêveberiya Hewalgiriya Serbazî û şopandina berdewam a Navenda Çavdêriya Asmanî li Nivîsîngeha Fermandarê Giştî ya Hêzên Çekdar, cihekê girêdayî terorîstên DAIŞê li devera "Ketîe"yê li sînorê kerta Fermandariya Operasyonên Diyaleyê hat destnîşankirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê eşkere jî kiriye ku li ser bingehê wan zanyaran, balafirên cengî yên Hêza Asmanî ya Îraqê yên ji cûnê F-16 bi du mûşekan êrişeke asmanî ya berfireh kirine ser wî cihî û bi temamî wêran kiriye.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye ku hêzên ewlehiyê dê li ser xirabkirina her bizaveka têkdana ewlehiya Îraqê be berdewam bin, û mirin dê qedera misoger a her terorîstekî be ku wisa bifikire ku cihekî aram li ser xaka Iraqê bi dest dikeve.