Wezaretên çandinê yên Kurdistan û Îraqê li ser 11 xalan li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna wan a li gel Wezîrê Çandinê yê Îraqê de, li ser 11 xalan nîqaş hatine kirin, ku di berjewendiya her du aliyan de ne ji bo rakirina astengan, herwiha tekez li ser pêkanîna komîteyeke bilind a hevpar jî hatiye kirin.
Wezîra Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, ragihand: "Me civîneke berfireh li gel Wezîrê Çandinê yê Îraqê û şanda ligel wî kir û me li ser 11 xalan nîqaşên taybet kirin. Her 11 xal di berjewendiya her du wezaretan de ne, da ku ew astengên ku di çawaniya serederîkirina li ser dosyayên hevpar de derdikevin holê bi temamî bi dawî bibin."
Bêgerd Talebanî aşkere jî kir ku wan komîteyeke hevpar li ser astê bilind pêk aniye û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên dekmî kiriye, da ku tew bi peywendiyeke telefonî jî be bikaribin ji astengan derbaz bibin.
Wezîra Çandinê tekez jî kir ku Îraqê bi Herêma Kurdistanê jî ve yek selika xwarinê heye û temamkerên bazara hev in. Divê mafên cotkaran li seranserî Îraqê wekî hev bên parastin û li ser rojjimêreke çandinê ya yekgirtî biryara dawiyê bidin û pabend bin.
Di eynî demê de nîqaş li ser çawaniya wergirtina genimê cotkaran, tevgera berheman di navbera Herêma Kurdistanê û navend û başûrên Îraqê de, hêsankariya di dana destûra tenduristiyê de, hinardekirin û hevahengî di perwerdekirina tîman de hatin kirin.
Diyarkirina pişka genimê cotkarên Herêma Kurdistanê
Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand ku îradeyeke cidî ji bo hevahengî û têgihîştina paşerojê ji aliyê Wezîrê Çandinê yê Îraqê ve heye.
Bêgerd Talebanî ron jî kir ku komîteyek li Îraqê bi serperştiya Wezîrê Çandinê yê Îraqê salane dicive, û wan daxwaz kiriye ku di Cotmeh an jî destpêka meha Mijdarê de ev komîte bi tevlîbûna nûnerên Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê bicive.
Amanca wê civînê nîqaşkirina li ser diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di wergirtina genimê cotkaran de ye, bi rengekî ku çawa serederî li gel cotkarên navend û başûrên Îraqê tê kirin, her bi wî awayî serederî li gel cotkarên Herêma Kurdistanê jî bê kirin.