Şandeke Darayî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku di vê heftiyê de serdana Bexdayê bike, bi merema tevlîbûna rasterast di danana û çespandina made û bendên girêdayî pişka Herêma Kurdistanê di projeqanûna budceya 2027ê ya Îraqê de.

Li gorî zaniyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Barzan Dîlan li ser vegera şanda teknîkî biryara dawiyê nehatiye dan, lê danûstandinber bi wê yekê ve ne ku şanda teknîkî di vê heftiyê de careke din serdana Bexdayê bike. 

Şanda teknîkî ji rêveberên pişkên budce, jimêryarî, şêwirmendê darayî û çend şarezayên Wezareta Darayî pêk tê û dê li gel tîma teknîkî ya Wezareta Darayî ya Îraqê bicive.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên xwe yên girêdayî pişka sala 2027ê pêşkêşî Wezareta Darayî ya Îraqê kirine. Daxwaz ev in: terxankirina budceya pêdivî ji bo damazrandinê, mûçe, guhertina girêbestan bo herdemî, damazrandina sê yekemên zanîngehan, herwiha wekhevkirina mûçeyên Pêşmerge û kesên xwedan pêdiviyên taybet.

Hewlêr ji bo encam û bidestxistina reşnivîsa budceya 2027ê bi rêya du tîman tevlî van danûstandinan dibe; tîma bilind li gel berpirsên pilebilind ên Îraqê dicive û tîma teknîkî jî bi hûrgilî li ser hejmar û bendên projeqanûna budceyê dixebite.

Ji aliyekî din ve jî, her duhî Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbusî ragihand ku di budceya sala 2027ê de, hemî kesên xwedan girêbest li tevahiya parêzgehan tên damezrandin.