ENKS kuştina ciwanekê Kurd şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – ENKSê di daxuyaniyeke fermî de daxwaz ji Hikûmeta Sûriyeyê kir ku li biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê vegere û mafên darayî yên cotkaran xerc bike. herwesa tawana revandin û kuştina ciwanê Kurd "Sîpan" bi tundî şermezar kir û hişyarî li ser belavbûna gotara kîn û fitneya neteweyî da.

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) duhî Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku piştî ketina rêjîmê û karkirina hikûmeta niha, Sûriyeyê pêngavên giring ber bi normalkirina peywendiyên navdewletî û rakirina cezayan avêtine, lê vê vebûnê heta niha bandoreke erênî li ser jiyana rojane ya welatiyan nekiriye.

ENKSê bal kişand ser wê yekê jî ku biryarên li ser yek ên hikûmetê bo bilindkirina nirxê sotemeniyê û derengketina dana dravê cotkaran bo dema sê mehan bargiraniyeka giran dixin ser milê xelkê. Ji ber wê yekê, wê bang li hikûmetê kir ku nirxê sotemeniyê daxîne, piştgiriya kerta çandiniyê bike û lezê di xerckirina pereyê cotkaran de bike, bi taybetî di van demên nêzîkbûna werzê zivistanê de.

Li ser rewşa ewlehiyê ya deverêjî, ENKSê kêmkirina leza vegerana saziyên dewletê û zêdebûna gotarên tundrê rexne kirin. Ji aliyekî din ve, tawana kuştina ciwanê Kurd Sîpan (ku karmendê Wezareta Berevaniyê bû) piştî revandina wî bi hovane, bi tundî şermezar kir û daxwaza lêkolîneke serbixwe û zelal kir bo eşkerekirin û dadgehkirina bikerên wê tawanê.

Herwiha ENKSê rexneyên tund li gotarên palderên êlî û neteweyî girt û êrîşên koma "Ciwanên Şoreşger" bo ser saziyên dewletê şermezar kirin, herwesa hevxemiya xwe bo qurbaniyên rûdana şewata girtîgeha Kobanê jî nîşan da.

Di dawiya wê daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir ku berpirsyariya qanûnî û tawankarî dikeve ser milê bikerên tawanan bi xwe ne tevahiya pêkhateyekê, û her bizaveka têkdana biratiyê û çêkirina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de li herêma Cezîrê red kir. Dîsa daxwaz ji dewletê kir ku bi kontrolkirina çekên bêdestûrî û çespandina serweriya qanûnê, aştiya civakî biparêze.