Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê herdem faktora tenahiyê be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Steve Fagin kir. Di civînê de, tekez li ser parastina tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê hate kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê, 14ê Îlona 2026an, li Pîrmamê pêşwazî li Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Steve Fagin kir.

Di hevdîtinê de, Steve Fagin dilxweşiya xwe anî ziman ku careke din bo erkekî nû vegeriyaye Îraqê û serdana Herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest ku bikare zêdetir berdewam be. 

Fagin tekez jî kir ku Amerîka piştgiriyê dide Îraq û Herêma Kurdistanê, da ku ewlehî, tenahî û aboriya wan parastî bin, herwiha tekez li ser hevahengiya di navbera aliyan de bo parastina proseya serweriya Îraqê û zêdetir pêşxistina peywendiyên Iraqê bi welatên herêmî û civaka navdewletî re kir.

Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê da zanîn jî ku gefên li ser ewlehiya Îraqê li ser hemî aliyan gef in û Iraq paralel ligel Herêma Kurdistanê dikare di vî warî de roleka baş bilîze. Tekez jî kir ku Amerîka piştgiriya Îraqekê dike ku tê de hêzên milîşan li dervayî desthilata fermî ya hikûmetê çekdar nebin, daku derfeta tenahiya siyasa û aborî çê bibe.

Serok Mesûd Barzanî jî ji aliyê xwe ve bi germî bixêrhatina Steve Fagin kir, ku vegeriya Iraqê û serdana Herêma Kurdistanê kir, herwesa ji dubare vegeriyana wî destxweşî lê kir. Serok Barzanî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê dê herdem faktora tenahiyê be.

Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir ku bo serkeftina Serokwezîrê Îraqê û ji bo her mijareke di çarçoveya tenahî, destûrê Iraqê û rûbirûbûna terorê de be, ew dê piştgir bin. Herwiha amaje da ku wan di rûbirûbûna gendeliyê de jî piştgiriya Serokwezîrê Îraqê kiriye û tekez li ser berdewamiya van karên hevpar kir.

Li ser rewşa deverê jî, Serok Barzanî ragihand ku herdem aştî ji şer çêtir e, danûstandin ji pevçûnê çêtir e û têgehiştin ji duberekî û aloziyan çêtir e, lewma Herêma Kurdistanê herdem parek ji çareseriyê ye û ti caran nebûye parek ji wan arêşeyên ku li ser asta herêmî hene.