Dihok: Nêzîkî 5 milyar dînaran bo projeyên nû hatin terxankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya berdewamiya pêşkêşkirina projeyên xizmetkariyan de, hejmareke projeyên nû ji bo sînorê qezayên Dihok û Amêdiyê yên parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetir ji 4 milyar û 700 milyon dînaran derbaz bûn qonaxa bicihanînê.
Li gorî zanyaran, ev proje bi merema pêşxistina jêrxaneya deverê û hêsankariyan bo hatin û çûna welatiyan tên bicihanîn, ku gelek sektorên girîng ên xizmetkariyan li wan deveran vedigirin.
Projeyên ku hatine diyarkirin ev in; nûjenkirin, çarekirin û xweşkirina rêyên sereke û navxweyî yên hejmareke gundan li sînorê nahiyeyên Zawîte û Mangêşkê. Bi temamarkirina van projeyan jî, hêsankariyeke mezin bo hatin û çûna şêniyên wan deveran û gundiyan dê bê kirin.
Bicihanîna van projeyan di demekê de ye ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gihandina projeyên xizmetkariyan bo deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de berdewam e, bi taybetî gund û nahiyeyên dûr, bi merema vejandina jêrxaneya aborî û hêsankariyan bo jiyana rojane ya welatiyan.