Hişyariya mamosteyên Kobaniyê: Egera derengketina sala nû ya xwendinê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Mamosteyên Zanîngeha Kobaniyê hişyariyê didin ku aloziyên çend rojên borî yên li bajêr, bandoreke neyînî li ser proseya xwendinê kiriye, bûye sedema paşxistina ezmûnên xula duyem û metirsiya derengketina destpêkirina sala nû ya xwendinê ava kiriye.
Mamosteyê Zanîngeha Kobaniyê Mistê Moro derbarê rewşa dawî de ji Kurdistan24ê re ragihand, aloziyên dawî rasterast bandor li ser temamkirina ezmûnên xula duyem kiriye û got: “Li gorî plana me ya berê, diviyabû ezmûn di nava hefteyekê de bi dawî bibûna, lê belê ji ber rewşa neasayî û alozbûna bajêr, hin ji ezmûnên xwendekaran hatin paşxistin ku ev yek dikare dema derçûna xwendekaran jî dereng bixe.”
Moro herwiha destnîşan kir ku zanîngeh li gorî salnameyeke akademîk kar dike û pêdiviyên xwendinê li gorî wê hatine amadekirin; lewma heke rewş wiha bidome, destpêkirina sala nû ya xwendinê jî dê bi derengî bikeve.
Ji aliyê xwe ve, mamosteya Beşa Kurdî ya Zanîngeha Kobaniyê Dilvîn Ehmed diyar kir ku aloziyan bandor li hemû karten bajêr kiriye û sektora xwendina bilind jî jê bêpar nemaye.
Ehmed bal kişand ser wê yekê ku rewşê bandoreke zêde li ser derûniya xwendekaran çêkiriye, lê belê tekez kir: “Em ê hemû hewla xwe bidin, da ku proseya xwendinê di dema xwe de dest pê bike û neyê rawestandin. Me berê di gelek şert û mercên pir dijwartir de jî xwendin domandiye, lewma em ê vê carê jî her tiştî bikin da ku prose di dema xwe ya asayî de dest pê bike.”
Li gorî amarên fermî, niha nêzîkî 4 hezar xwendekar li 24 beşên cuda yên Zanîngeha Kobaniyê dixwînin. Heta niha şeş dewreyên derçûyên beşa bekeloriyosê (lîsans) û sê dewreyên asta masterê li vê zanîngehê hatine temamkirin.
Zanîngeha Kobaniyê yek ji navendên akademîk ên giring ên Rojavayê Kurdistanê ye ku di sala 2017an de hate damezrandin û bû yekemîn zanîngeh di dîroka bajêr de. Armanca sereke ya damezrandina wê, dabînkirina derfeta xwendina bilind bû ji bo wan ciwanên ku ji ber şer û qeyrana navxweyî ya Sûriyeyê ji zanîngehan bêpar mabûn.
Ev astengiyên li pêşberî xwendinê di demekê de ne ku di nava çend rojên borî de li bajarên Kobanî, Hesekê û Qamişloyê, li dijî şehîdkirina ciwanekî kurd xwepêşandan û aloziyên ewlehiyê rû dabûn.