Chris Wright: Tevî gefên Îranê hinardekirina petrolê li Hurmizê zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand, tevî hewldanên Îranê yên ji bo têkdana sektora enerjiyê bi rêya dron û mûşekan, di hefte û mehên pêş de hinardekirina petrolê bi rêya Tengava Hurmizê dê ber bi zêdebûnê ve biçe. 

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright îro 14ê Îlona 2026an, di hevpeyvînekê de ligel kanala "Bloomberg" bal kişand ser aloziyên li bazara cîhanî ya enerjiyê û gefên li ser rêyên veguhastinê yên li Rojhilata Navîn.

Wright diyar kir, her çend Îranê di van demên dawî de hewlên xwe yên ji bo astengkirina rêyên veguhastina enerjiyê tundtir kiribin û bi rêya dron û mûşekan tirs û nîgeraniyên demkî di bazarê de çêkiribin jî, ew piştrast e ku hinardekirina petrolê dê zêde bibe. Wright tekez kir: “Ez bi temamî piştrast im ku di hefte û mehên bê de hinardekirina petrol û berhemên petrolê bi rêya Tengava Hurmizê dê zêde bibe, bêyî ku guh bidin wê yekê ka Îran çi dike.”

Derbarê êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Erebistana Siûdiyê û xeta boriya petrolê ya Rojhilat–Rojava de, wezîrê amerîkî da zanîn ku êrîşkirina ser van saziyan ne tiştekî nû ye û Îranê berê jî ev yek çend caran kiriye. Lê belê wî destnîşan kir ku Siûdiyê di derbaskirina qeyranan de xwedî ezmûneke bilind e, lewma ew pêşbînî dike ku ew xeta boriyê di demeke nêz de dîsa bikeve xizmetê û dest bi pompekirina petrolê bike.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Chris Wright behsa rewşa krîza kûr a sektora enerjiyê ya Rûsyayê kir ku di bin siya şer û armancgirtina parzûngehên wê de rû daye.

Wright da zanîn ku amar dakeftineke dîrokî nîşan didin û got: “Di demekê de ku Rûsya yek ji hinardekarên herî berbiçav ên dîzelê bû li cîhanê, niha hinardeya dîzelê ya wî welatî gihîştiye sifirê. Herwiha ji ber wan derbên mezin ên li parzûngehên wê ketine, Rûsya ji hinardekareke benzînê veguheriye hawirdekareke sereke ya sotemeniyê.”