Piştî hejmartina %95ê dengên hilbijartinên Swêdê, 5 kurd bûn parlamenter
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Swêdê piştî cudakirina ji sedî 95ê dengan di hilbijartinên giştî de, eniya çepgir û navend bi bidestxistina 176 kursiyan, piraniya parlamentoyê misoger kir û li pêşiya hevpeymaniya rastgiran ket. Di vê xulê de rêjeya beşdariya xelkê gihîşt ji sedî 80.3an û herwiha pênc berendamên kurd jî karîn bikevin Parlamentoya Swêdê.
Li gorî amarên fermî yên Saziya Weşana Giştî ya Swêdê (SVT), 14ê Îlona 2026an, piştî hejmartina dengên 6 hezar û 305 sindoqan ji nava 6 hezar û 626 binkeyên dengdanê, eniya opozîsyona çep û navend bi serokatiya Magdalena Andersson pêgeha xwe xurt kir. Vê eniyê ji nava 349 kursiyên Parlamentoya Swêdê (Riksdag) 176 kursî bi dest xistin ku ev rêje ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bes e. Di hember de, hevpeymaniya desthilatdar a partiyên rastgir daket 173 kursiyan.
Di encamên ser asta partiyan de, Sosyal Demokratan bi wergirtina ji sedî 28.1ê dengan û qezençkirina 100 kursiyan pêşengiya xwe wekî hêza herî mezin a welêt parast. Partiya Moderat (Muhafezekar) a bi serokatiya serokwezîrê niha bi 70 kursiyan di rêza duyem de ma.
Windakerê herî mezin ê hilbijartinan partiya rastgira tundrew a bi navê "Demokratên Swêdê (SD)" bû ku 11 kursî ji dest dan û daket 62 kursiyan. Ji partiyên din jî; Partiya Çep 29 kursî, Partiya Navend 25 kursî, Partiya Keskan (Jîngeh) 22 kursî, Krîstiyan Demokratan 22 kursî û Lîberalan jî 19 kursî bi dest xistin.
Bi tenê mayîna ji sedî 5ê dengan re, rê li pêşiya Sosyal Demokratan û hevalbendên wan vebûye ku danûstandinên fermî bo wergirtina desthilatê û bidawîanîna serdema hikûmeta rastgiran dest pê bikin.
Pênc kurd bûn endamên Parlamentoya Swêdê
Li ser asta nûnertiya kurdan di Riksdagê de, li gorî agahiyên Kurdistan24ê pênc kandîdên bi eslê xwe kurd baweriya dengdêran bi dest xistin û bûn parlamenter.
Navên parlamenterên kurd ên serkeftî ev in:
- Lawên Rêdar – Partiya Sosyal Demokra
- Tella Kurdî – Partiya Sosyal Demokrat
- Kadîr Kesîrga – Partiya Sosyal Demokrat
- Gorgîn Bakircioglu – Partiya Keskan
- Sara Gîlle – Partiya Demokratên Swêdê (SD)
Li gorî zanyariyên SVTyê, proseya dengdanê bi beşdariyeke berfireh a welatiyan birêve çûye. Ji nava 8 milyon û 51 hezar û 259 kesên xwedî mafê dengdanê, 6 milyon û 374 hezar û 687 dengên durist hatine tomarkirin. Her wiha 85 hezar û 275 deng wekî nederbasdar hatine hesibandin ku 54 hezar û 315 ji wan rûpelên vala (spî) bûn.