Rûsyayê piştî rêkeftina nû ya bi Şamê re, yekem karwana çek û cebilxaneyê gihand Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Rûsyayê di yekem operasyona piştî îmzekirina peymana nû ya li gel Şamê de, karwaneke deryayî ya leşkerî ku ji cebilxane û kelûpelên lojîstîkî pêk dihat, gihand bendera Tertûsê û binkeya asmanî ya Himêmîmê ya li rojavayê Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên ajansa Reuters û malpera Al-Monitorê ku ji çavkaniyên leşkerî û dîplomatîk wergirtine, îro 14ê Îlona 2026an çar keştiyên ser bi Hêza Deryayî ya Rûsyayê ve li peravên Sûriyeyê yên li Deryaya Navîn hatine dîtin. Ev gav wekî nîşaneke pratîkî tê nirxandin bo berdewamiya piştevaniya leşkerî ya Moskoyê ji bo binkeyên xwe yên li herêmê, piştî ku meha borî her du aliyan peymaneke nû li ser mana hêzên rûsî li ser axa Sûriyeyê îmze kiribûn.
Li gorî xalên wê rêkeftinê, sazî û tesîsên sivîl ên benderan vedigerin bin desthilata rasterast a hikûmeta Şamê, lê binkeyên leşkerî tên guhertin bo navendên perwerde û rahênana hevbeş a leşkerî di navbera artêşa Rûsya û Sûriyeyê de.
Wêneyên satelaytê û zanyariyên şîrketa îstîxbarata deryayî "SynMax" aşkere dikin ku keştiya bargir a leşkerî ya bi navê "Sparta" (ku di lîsteya sizayên Amerîkayê de ye) ligel keştiya sotemeniyê "Akademik Pashin" li lengergeha bendera Tertûsê hatine bicihkirin. Herwiha tankera "General Skobelev" li dûriya peravan maye û keştiya şer a mûşekhilgir a cureya Udaloy "Amîral Levchenko" jî wekî parêzvan karwanê hevalbendî kiriye.
Çavdêran da zanîn ku keştiyên rûsî piştî derbasbûna ji Tengava Cîbraltarê, sîstema şopandina cihî (AIS) girtine da ku tevgera wan neyê dîtin û bi dizî xwe bigihînin herêmê. Herwiha di dema valakirina baran de, baloneke mezin a çavdêrî û sîxuriyê li asmanê benderê hatiye dîtin.
Çavkaniyeke leşkerî ya sûrî û bazirganekî herêmî ji bo medyayê piştrast kirine ku keştiya "Sparta" barên giran ên teqemenî, cebilxane û pêdiviyên şer vala kirine ku ji bo binkeyên leşkerî yên li Tertûs û Himêmîmê hatine veqetandin.
Bendera Tertûsê ji bo Hêza Deryayî ya Rûsyayê tekane xala sereke ya tamîrkirin û dabînkirina sotemeniyê ye li hemû Deryaya Navîn, û binkeya Himêmîmê jî navenda sereke ya desthilat û bandora Moskoyê ye ber bi Rojhilata Navîn û parzemîna Efrîqayê ve.
Ev rêkeftina nû piştî 18 meh danûstandinên giran û aloziyên siyasî di navbera her du aliyan de pêk hat, bi taybetî piştî rûxana desthilata hevalbendê sereke yê Rûsyayê Beşar Esed di Berçileya 2024an de.