Pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê: Herêm navenda cîhanî ya aştî û pêkvejiyanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê di nava qada aloz a naçeyê de wekî giraveke aram û navendeke cîhanî ya azadiya olî û pêkvejiyana aştiyane maye. Stratejiya rêveberiyê, bi taybetî di karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, li ser bingeha hembêzkirin û xurtkirina pirrengiya pêkhateyan hatiye danîn, ne li ser helandin û tunekirina nasnameyên çandî.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Siûd Misto ji Kurdistan24ê re ragihand, rola Hêzên Pêşmerge di parastina pêkhateyan û bi taybetî Êzidiyan de, rola dîrokî û pîroz e; ji destpêka Şoreşa Îlonê ve heta serhildanê û niha jî berdewam e.
Misto tekez kir, belgeya herî xurt a vê canfidayiyê, operasyona rizgarkirina Şingalê ya ji destê terorîstên DAIŞê, bi serkêşiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî bû, ku tê de zêdetirî 300 Pêşmergeyên kurd ên misilman xwîna xwe bexşîn, da ku axa Şingalê were rizgarkirin.
Misto her wiha da zanîn, wan di hemû civîn û navendên navneteweyî de (ji Komîsyona Mafên Mirovan a li Cinêvê heta parlamentoya Almanyayê) daxwaz ji welatên cîhanê kiriye ku piştgiriya Pêşmerge bikin: “Bihêzbûna Pêşmerge tê wateya parastina azadiya derbirîn û olî, azadiya pêkanîna rêûresman û berdewamiya wê biratiyê ya ku nasnameya neguher a Kurdistanê pêk tîne.”
Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf jî ji Kurdistan24ê re diyar kir, rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê di asteke gelekî baş û cihê serbilindiyê de ye. Merûf got: “Hikûmetê ji her demê bêtir bêyî ti cudahî piştgirî daye mafên neteweyî û olî, û rola wan a siyasî û parlamentoyî gihandiye qonaxeke gelekî pêşketî.”
Merûf her wiha destnîşan kir ku Pêşmerge wekî hêzeke nîzamî û destûrî, di hemû demên dijwar de yekem hêz bûye ku bê cudahiya ol û neteweyan bûye mertalê parastina herêmên pêkhateyan, lewma xwedî rêzeke taybet e li cem hemû pêkhateyan.
Li gorî amarên fermî, di warê olî de 273 dêr û mezargehên mesîhiyan li seranserê Herêma Kurdistanê hatine nûjenkirin, ligel 325 perestgeh û cihên pîroz ên Êzidiyan, bi taybetî Perestgeha Pîroz a Lalişê. Herwiha maf û pîroziyên Kakeyî, Sabîeyên Mendayî, Zerdeştî û kurdên Feylî bi azadî tên parastin û cejnên wan ên fermî di salnameya fermî ya hikûmetê de hatine tomarkirin.
Rêveberê Pêkvejiyana Olan li Wezareta Ewqafê Emîr Osman ji Kurdistan24ê re got ku hemû pêkhate di bin ala Kurdistanê de bi rûmet dijîn û beşdariyeke wan a karîger di desthilatê de heye. Osman wek mînak da zanîn
- Wezareta Veguhastin û Gihandinê ji pêkhateya mesîhî re, û Wezareta Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan ji pêkhateya tirkmen re hatiye spartin.
- Kursiyên kotayê li parlamentoyê hatine dabînkirin û 36 rêxistin di warê pêkvejiyanê de çalak in.
- Bi biryara dîrokî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, navçeya Enkawayê bû qezayeke serbixwe, da ku mesîhî bi xwe rêveberiya herêma xwe bikin.
Di warê perwerdeyê de jî, 8 pêkhateyên olî bi fermî hatine nasîn. Niha 9 dibistanên tirkmenî (nêzîkî 2 hezar xwendekar), 50 dibistanên suryanî (zêdetirî 6 hezar û 600 xwendekar) û perwerdeya zêdetirî 24 hezar xwendekaran bi zaravayê Êzidiyan çalak in. Herwiha Zanîngeha Katolîk a li Hewlêrê deriyê xwe ji bo xwendekaran vekiriye.
Emîr Osman bal kişand ser rola Pêşmerge ya di şikandina terorê de û hembêzkirina 2 milyon aware û penaberan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, ku di nav wan de 138 hezar mesîhiyên Deşta Nînewayê hebûn. Niha nêzîkî 350 hezar mesîhî û zêdetirî nîv milyon Êzidî di nava ewlehî û aştiyê de li Herêmê dijîn.
Ev aramiya kûr li cîhanê jî deng vedaye, ku lûtkeya wê di serdana dîrokî ya Papa Fransîs bo Hewlêrê di sala 2021an de û lidarxistina merasîma nimêjê li Stadyuma Franso Herîrî de bi awayekî berbiçav reng vedaye.
Aramî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê, encama komek faktorên dîrokî û destûrî ye ku Hêza Pêşmerge wekî mertalekî bihêz rola sereke di parastina wê de lîstiye. Di demekê de ku navçe ji ber pêlên alozî û cudakariyê dinale, Herêma Kurdistanê bûye sitargeha aramiyê, parastina pirrengiya çandî û dabînkirina azadiya olî ji bo tevahiya pêkhateyan.