Supaya Pasdaran: Me droneyeke Amerîkayê li Tengava Hurmizê xiste xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, sîstema bergiriya asmanî ya welatê wan, îro 15ê Îlona 2026an droneyeke pêşketî ya ji corê MQ-1 li rojavayê Tengava Hurmizê xistiye xwarê.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de diyar kir, berbanga îro, droneyeke pêşketî ya MQ-1 ji aliyê sîstema bergiriya asmanî ya Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran ve li rojavayê Tengava Hurmizê hatiye aşkerekirin û xistin xwarê.
Herwiha Supaya Pasdaran ragihand, keştiya petrolhilgir a bi navê "El Gaya" ji ber ku xwestiye di navçeyên qedexekirî yên başûrê Tengava Hurmizê re derbas bibe, li mîneke deryayî ketiye û agir pê ketiye.
Supaya Pasdaran got: "Me berê li ser xetereya derbasbûna ji rêrewê neyasayî yê başûr hişyarî dabû. Niha em radigihînin ku Tengava Hurmizê hatiye girtin û bi temamî di bin kontrola me de ye."
Herwiha Supaya Pasdaran da zanîn ku hemû hewldanên kontrolkirina agirê li ser keştiya "El Gaya" bê encam mane û agir hemû tanker girtiye.
Li aliyê din, CENTCOMê red kir ku ew keştî li mînê ketibe û got ku Îranê bi dron û mûşekan li keştiyê daye.