Bexda daxwaza radestkirina gendelkaran ji Înterpolê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Destpakiya Iraqê di çarçoveya hewldanên rûbirûbûna gendeliyê de, daxwaz ji polîsê navdewletî (Înterpol) kir ku tometbarên reviyayî radestî Bexdayê bike.
Serokê Desteya Destpakiya Iraqê Mihemed Elî Lamî li Fransayê ligel serokê rêxistina Înterpolê civiya û daxwaz kir ku Înterpol alîkariya Bexdayê bike, ji bo dîtin û vegerandina wan tometbarên gendeliyê yên ku li derveyî welêt xwe veşartine.
Lamî li ser armanca serdana xwe tekez kir: "Nabe rê bê dayîn ku tometbarên dosyeyên gendeliyê ti welatekî ji bo xweveşartin û revê wekî penageh bikar bînin; pêwîst e Înterpol di vî warî de piştgiriya Iraqê bike."
Li gorî daxuyaniya civînê, her du aliyan biryar da ku ji bo bihêzkirina peywendiyan, parvekirina zanyariyan û hevahengiya hevbeş çend pêngav û rêkarên nû bixin warê cibicîkirinê.