Li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê li Qamişlo xwepêşandan hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dijî biryara hikûmetê ya bilindkirina buhayê sotemeniyê xwepêşandanên nerazîbûnê hatin lidarxistin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, bi sedan welatiyên bajêr daketin qadan û biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê bi tundî şermezar kirin. Xwepêşander tekez dikin ku herêma wan bixwe çavkanî û embara petrolê ye; lewra nayê qebûlkirin ku sotemenî ji xelkê herêmê re bi buhayekî giran û bi pîvanên cîhanî bê firotin, di demekê de ku biryar bêyî liberçavgirtina rewşa aborî ya xelkê hatiye standin.
Beşdarên xwepêşandanê dan xuyakirin ku giranbûna sotemeniyê rasterast bandor li hemû warên jiyanê kiriye; kirêya veguhastin û çûnûhatinê giran bûye û buhayê kelûpelên xwarinê jî gelekî bilind bûye, bi awayekî ku debara jiyana rojane êdî ji şiyana welatiyan derketiye.
Xwepêşanderekî ji Kurdistan24ê re behsa rewşa dijwar a xelkê kir û got: "Em daxwaz dikin ku hikûmeta Sûriyeyê bihayê sotemeniyê daxe. Çima petrola ji herêma me bi nirxên cîhanê bê girêdan? Ji ber nebûna sotemeniyê ev hefteyek e jeneratorên bajêr naxebitin û elektrîk li me hatiye birîn. Nexweşên me li nexweşxaneyan bê elektrîk mane û rewş gelekî giran e. Em birçî ne, heqdestê karkerekî qet têra kirîna pêdiviyên sereke nake."
Di heman demê de, li deverên din ên wekî Heseke, Meret el-Numan a Idlibê, Etarib, Ezaz û Xan Şêxûnê jî ev bû du roj ku xelk li dijî giraniya jiyanê derketine kolanan û li hin cihan rê li ber trafîkê girtin. Welatî hişyariyê didin ku piraniya xelkê di bin xeta hejariyê de dijîn û nikarin van lêçûnên nû ragirin.
Li gorî biryara nû ya lîjneya diyarkirina nirxan a Sûriyeyê, lîtreya mazotê ji sedî 40 hat zêdekirin û ji 125 gihîşt 175 lîreyên Sûrî; her wiha benzîna oktan 95 ji 152 bû 195 lîre, benzîna oktan 90, ji 147 bû 185 lîre û gaza malan jî gihîşt 1600 lîreyan.
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê diyar kir ku ev guhertin "demkî" ye û ji ber bilindbûna nirxê petrolê li bazarên cîhanî û çêkirina parzûnxaneya Banyasê hatiye sepandin da ku dabînkirina sotemeniyê li bazarên navxweyî berdewam be.