Encûmena Wezîran a Kurdistanê sibe dicive û du mijarên girîng gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî li dar dixe û di rûniştinê de dê du mijarên sereke bên gotûbêjkirin.
Mijara yekem a civînê, ji bo amadekariyên destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an hatiye veqetandin. Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî dê hûrgiliyên plan û xebatên wezaretên xwe pêşkêş bikin.
Di mijara duyem de jî, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporekê derbarê civînên xwe yên ligel Wezaretên Darayî, Petrol û Plandananê yên Iraqê pêşkêş dike. Ev rapor dê giranî bide ser reşnivîsa projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê ya bo sala 2027an.
Herwiha şand dê encamên civînên xwe yên bi nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê re bîne ziman û daneyên pêwendîdar bi para Herêma Kurdistanê ve li gorî encamên serjimêriya dawî ya Iraqê bi hûrgilî bên gotûbêjkirin.