Masrûr Barzanî: Serdema rêzên dirêj ên mûçeyan bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku vê hefteyê yek milyon welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya projeya "Hejmara Min" mûçeyên xwe werdigirin, Herwiha teqez kir ku dawî li rêzên dirêj ên bo wergirtina muçeyan hat. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 15ê Îlona 2026an di peyamekê de ragihand: "Beriya sê salan, me soz da ku em ê bi rêya destpêşxeriya 'Hejmara Min', dabeşkirina mûçeyên muçexurên Herêma Kurdistanê ji rêbaza neqdî veguhêzin bo bankên lîsansdar. Ez kêfxweş im ku radigihînim vê heftiyê yek milyon welatiyên di lîsteya muçeyan a Hikûmeta Herêmê de ne, dê mûçeyên xwe bi awayekî elektronî û bi rêya bankên hevkariyê yên ku Banka Navendî ya Iraqê molet wergirtine, werbigirin." 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku "Hejmara Min" bingeheke girîng bû di pabendbûna me de bo berfirehkirina tevlêbûna darayî û dê gihîştina bi deyn û xizmetguzariyên bankî yên nûjen bo welatiyan hêsan bike; di heman demê de dê bo hikûmetê jî hêsankariyê bike, da ku perdayîna elektronî bo xizmetguzariyên giştî peyda bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, "Guherîneke erênî di jiyana milyon welatiyan de çêbûye. 'Hejmara Min' serbixweyiyeke darayî ya zêdetir daye wan û kontrola darayî xistiye destê wan bi xwe. Bi saya 'Hejmara Min', niha li seranserê Herêma Kurdistanê destê wan digehe toreke berfireh a amûrên kişandina pereyan (ATM) ku berdewam di geşebûnê de ye." 

Mesrûr Barzanî tekez dike, "Rojên rawestana zêde ya welatiyan li ber avahiyên hikûmî, rêzên dirêj û rawestana bo wergirtina pereyê kaş dawî bûn." 

Hevdem sipasiya welatiyan dike û dibêje: "Spasiya welatiyan dikim bo bêhnfirehiya wan û spasiya bankên me yên hevbeş dikim bo piştgirî û veberhênana wan di sê salên borî de. Spasiya tîma 'Hejmara Min' jî dikim bo bicihanîna vê projeya niştimanî."