Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de hatine cîgirkirin

Heyder Ebûdî
Heyder Ebûdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Îraqê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re tekez li ser berpirsiyariya Bexdayê bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kir. Herwiha bal kişand ser bandora aloziyên leşkerî yên deverê li ser aborê û hinardekirina petrola Iraqê.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî Sêşemê, 15ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo peyamnêrê Kurdistan24ê li Berlinê ragihand ku hikûmeta federal li gorî Destûra 2005ê xwe bi temamî berpirsiyar dibîne, bo dabînkirina mûçeyên fermanberan û pêdiviyên şêniyên Herêma Kurdistanê. 

Berdevkê Hikûmeta Îraqê tekez li ser gotina Serokwezîr Elî Zeydî jî kir, ku di Konferansa xwe ya rojnaveanî de li Berlînê ragihandibû ku Herêma Kurdistanê pareka bingehîn û giring a Îraqê ye.

Di derheqa amadebûna kesatiyên mezin ên Kurd, di nav de Wezîrê Derva yê Îraqê Dr. Fuad Husên û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî di civînên Ewropayê de, Ebûdî da zanîn ku ev kesatî nûneratiya dewleta Îraqê dikin û li gorî berpirsiyariya xwe rolekî erênî di xizmetkirina berjewendiyên giştî yên Iraqê de dilîzin.

Di pişkeke din a wê daxuyaniyê de, Berdevkê Hikûmeta Îraqê behsa bandora hevrikiyên leşkerî yên deverê li ser aboriya Îraqê jî kir. Ebûdî eşkere kir ku her çend Îraq nebûye aliyek di vî şerî de, lê aboriya wê ji ber astengiyên çêbûyî yên di hinardekirina petrolê de bo sûjên cîhanê zirareka mezin ditiye.

Heyder Ebûdî li dawiyê jî diyar kir ku di vê geşta Serokwezîr bo Fransa û Almanyayê de, wan peyameka ron gihandiye ku Îraq jîngeheke bo veberhênanê guncayî ye. Herwiha daxwazeke fermî gihandiye kompaniyên mezin ên wan her du welatan, daku di kerta enerjî, ewlehî, balafirvaniya sivîl û jêrxaneyê de li Îraqê pişkdar bibin.