Fuad Husên: Başbûna aborê Îraqê dê bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê hebe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derva yê Îraqê di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku serdana wan a van du rojan bo Almanya û Fransayê zêdetir aborî bû. Eşkere jî kir ku pirs û çarenivîsa wan çekdarên DAÎŞê ku nasmeyên wan her du welatan hene jî hatine nîqaşkirin.
Wezîrê Derva yê Îraqê Fuad Husên îro Sêşemê, 15ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo peyamnêrê Kurdistan24ê anî ziman: "Serdan bi giştî serdaneke aborî bû bo her du welatên Almanya û Fransayê, di hemî dîdar û civînan de jî zêdetir girîngî bi pirs û alîkariyên aborî hate dan."
Wezîrê Derva yê Îraqê bal kişand ser rewşa darayî û got: "Eger rewşa aborî ya Îraqê baş bibe, ew yek rasterast dê bandorê li ser rewşa aborê Herêma Kurdistanê jî bike û ber bi başbûnê ve biçe."
Fuad Husên di pareke din a daxuyaniya xwe de eşkere kir ku pirsa girtiyên DAÎŞê pareka din a danûstandinên wan ên li gel berpirsên Parîs û Berlinê bû û got: "Tewerekî din ê civînan li ser dosyeya wan çekdarên berê di nav rêzên DAÎŞê de bûn yên ku nasnameyên Fransayî an Almanî hene û niha di zindanên Îraqê de ne."
Her îro di civîneke rojnamevaniyê ya hevpar de di navbera Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz de, Zeydî tekez kir: "Herêma Kurdistanê pareke sereke ya cesedê Îraqê ye, hemî mafên xwe hene li gorî wî çarçoveyê ku di destûr û qanûnê de bo hatine diyarkirin."