Rubio tekezî li ser parastina mafên hemû kêmneteweyan li Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê di peywendiyeke telefonî de, pêwendiyên dualî, pêngavên rakirina cezayên li ser Şamê û pirsa mafên kêmneteweyan gotûbêj kirin. Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkariyan ji bo aramiya navçeyê kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 16ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve Marco Rubio pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re kir û tê de bal kişand ser asayîşa navçeyê û pêşxistina hevahengiya navbera her du welatan.
Li gorî daxuyaniyê, Rubio tekezî li ser girîngiya berdewamiya proseya tevlîkirin û parastina mafên hemû kêmnteweyên Sûriyeyê di desthilat û civakê de kiriye. Herwiha Rubio pêşveçûnên berçav ên Şamê yên di warê hevahengî û karkirina ligel Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Atomî (IAEA) de bilind nirxandine.
Li aliyê din, Wezareta Derve ya Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ev pêwendî di çarçoveya wan pêngavên erênî de pêk hatiye û Es’ed Şeybanî û spasiya welatê xwe ji bo gavên Amerîkayê yên derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de anîne ziman.
Herwiha Şeybanî tekez kiriye ku hevahengiyên teknîkî û kargêrî divê dewam bikin, daku encamên rakirina cezayan bi awayekî pratîkî di sektora aborî û saziyên bankî yên welêt de reng vedin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku her du alî li ser berdewamkirina hewlan ji bo dabînkirina aramî û geşepêdana aborî li Sûriyeyê li hev kirine.
Di hevdîtinê de guherîn û aloziyên li Rojhilata Navîn jî hatin nirxandin û bal hat kişandin ser rola erênî ya ku Sûriye dikare di warê siyasî û aborî de ji bo aramkirina rewşê bilîze.