JD Vance: Şerê me yê li dijî Îranê piştî hilbijartinan bidawî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand, rûbirûbûna wan a leşkerî ya ligel Îranê di nava du mehên bê de derbasî qonaxeke nû dibe û rasterast piştî hilbijartinên nîvdemî bidawî dibe. JD Vance herwiha aşkere kir ku qonaxa yekem a jinavbirina bhernameya nukleerî û şiyana leşkerî ya Tehranê bi serkeftî bidawî bûye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro 15ê Îlona 2026an di hevpeyvîneke taybet de ligel rojnameya New York Postê, piştgiriya xwe ya tam ji bo nêrîna Donald Trump nîşan da û diyar kir ku şerê navbera Washington û Tehranê, dê piştî lidarxistina hilbijartinên nîvdemî bidawî bibe.
JD Vance da zanîn, Îran heta roja dengdanê jî dê berdewam be li ser jidestdana kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê; bi taybetî ku niha tevgera keştiyan li vî deriyê girîng ê enerjiyê ji bo serê ji sedî 50ê asayî bûye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku Trump Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e û biryara dawî ya li ser destpêkirin an rawestandina şer di destê wî de ye. Vance got jî: "Tevî ku welatiyên Amerîkî ji ber dirêjbûna rewşê bêaram in, lê niha artêşa Amerîkayê ti operasyoneke tund a êrîşber pêk nayîne û Îran jî tenê carinan bi awayekî bêbandor gulebaranê li keştiyên bazirganiyê dike."
Cîgirê Serokê Amerîkayê pilana rûbirûbûna Îranê dabeşî du qonaxan kir û got:
"Qonaxa yekem bidawî bûye; ew jî pêk hatibû ji wêrankirina bernameya nukleerî, lawazkirina artêşê û nehîştina şiyana Tehranê ku gefê li navçeyê bixwe."
Vance diyar kir ku ew niha derbasî qonaxa duyem dibin û armanca sereke ya vê qonaxê ew e, were misogerkirin ku Îran di paşerojê de nikaribe xwe ji nû ve ava bike, hevdem ligel parastina asta herî bilind a aramiya cîhanî.
Ev daxuyaniyên JD Vance hevdem in ligel axaftinên Donald Trump ên beriya çûna wî ya bo Kongreya Komariyan a li Dallasê. Trump di gotarekê dilniyayî dabû ku rasterast piştî hilbijartinan dê nirxê petrolê li bazaran gelekî dakeve û pêdagirî kiribû ku ew pêşbînî dike şer piştî hilbijartinê bidawî bibe, ji ber ku li gorî wî, êdî şiyana Îranê nemaye ku li ber zextan xwe ragire.
Li gorî zanyariyên New York Postê, tîmên taybet ên hêzên deryayî yên Amerîkayê di çar mehên borî de beşeke mezin a Tengava Hurmizê ji mînên deryayî paqij kirine. Tevî ku li gorî sîstemên çavdêriyê, di 24 saetên dawî de tenê 11 keştî derbas bûne (li gorî beriya şer ku rojane 130 keştî derbas dibûn), lê artêşa Amerîkayê çend meh in bi rêya operasyonên veşartî û girtina sîstemên peywendiyê, bi silametî parêzvaniya dehan tankerên petrolê dike, da ku deriyê hinardekirina enerjiyê vekirî bimîne.