Çîn: Berdewamiya aloziyan ne di berjewendiya ti alî de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Çînê ragihand, berdewamiya nakokiyên di navbera Washington û Tehranê de, ne di berjewendiya ti aliyekî de ye û bang li her du welatan kir ku li ser bingeha rêkeftinên berê, çarçoveya danûstandinan ji nû ve saz bikin.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yî îro 16ê Îlona 2026an bang li berpirsên Amerîka û Îranê kir ku li ser bingeha wan lihevkirinên di "yadaşnameya têgihîştinê" de hatine destnîşankirin, ji nû ve vegerin ser maseya danûstandinan. Wezîrê çînî di beşeke din a axaftina xwe de tekez kir ku pevçûn û rûbirûbûneke yekalîker a di navbera her du welatan de, xizmeta berjewendiyên ti aliyekî nake.

Ev daxuyaniya Pekînê piştî wê yekê tê ku pêştir hewlên cidî ji bo rêkeftinê hatibûn dayîn. Roja Duşemê, 22ê Hezîrana 2026an, şandeya danûstandinkar a Îranê bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf piştî nêzîkî 18 saetan ji guftûgo û şêwirînên giran ên ligel Amerîkayê (bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê), ber bi Swîsreyê ve bi rê ketibû.

Di wê gera danûstandinan de, şandeya Îranê beşdarî civînên dualî û çaralî yên ligel şandeya Amerîkayê û navbeynkarên Qeterî û Pakistanî bûbû; tê de helwesta Tehranê ya li ser mekanîzmayên bicihanîna yadaştnameya têgihîştinê û mercên pêwîst bo derbasbûna qonaxa dawî ya rêkeftinê hatibû diyarkirin.

Li dawiya wan şêwirînan, Qeter û Pakistanê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandibûn ku alî li ser nexşerêyeke 60 rojî lihev kirine û ji bo vê armancê komîteyeke bilind û tîmeke teknîkî hatiye avakirin.

Di heman çarçoveyê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kiribû ku şandeya welatê wî helwest û nêrînên xwe bi awayekî "zelal û aşkere" di civîna çaralî de pêşkêş kirine.

Şeva 20 li ser 21ê Hezîranê, şandeya danûstandinkar a Îranê bi serokatiya Mihemed Baqir Qalîbaf û Ebbas Areqçî ji bo hevdîtina ligel Amerîkayê gihîştibûn Swîsreyê. Ji aliyê din ve, şandeya Amerîkayê jî bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li Swîsreyê amade bû, da ku yadaştnameya têgihîştinê îmze bikin.

Lê belê, roja 7ê Tîrmeha 2026an, ajansa nûçeyan a Reutersê aşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî Kongressa welatê xwe agahdar kiriye ku ji 7ê Tîrmehê ve tevgerên şerxwazane yên li dijî Îranê ji nû ve dest pê kirine; piştî çend rojan jî ew rêkeftina navbera her du aliyan bi temamî hilweşiya.