57 sal di ser komkujiya gundê Soriya re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 16ê Îlona 2026an, 57 sal di ser tawana hovane ya komkujiya gundê Soriya yê ser bi qezaya Zaxoyê re derbas dibin; di wê karesatê de bi dehan welatiyên bêguneh ên Kildan û Kurd ji aliyê artêşa rejîma wê demê ya Iraqê ve hatin şehîdkirin û xwîna pêkhateyan li ser axa Kurdistanê tevlî hev bû.

Gundê Soriya ku gundekî mesîhînişîn ê devera Silêvanî ya ser bi qezaya Zaxoyê ye, di 16ê Îlona 1969an de rûbirûyî êrîşeke hovane ya hêzên leşkerî yên Iraqê bû. Piştî teqîna mînekê li nêzîkî gund, leşkerên rejîmê bêyî ti lêpirsîn û lêkolînekê tola xwe ji niştecihên bêguneh hildan; wan jin, zarok, ciwan, kal û pîr tevî keşeyê gund Henna Qaşa li cihekî kom kirin û dane ber guleyan.

Serokê Partiya Encûmena Neteweyî ya Kildanî Cenan Cebar di vê salvegerê de di peyamekê de ragihand: "Soriyaya sala 1969an, ne tenê çîroka êşa Kildanan ye, belkî parçeyek ji bîra hevbeş a Kurdistanê ye. Di wê rojê de xwîna Kildan û Kurdan li ser yek axê tevlî hev bû û îspat kir ku çarenivîsa pêkhateyên Kurdistanê yek e."

Cenan Cebar herwiha da zanîn ku vejandina bîranîna komkujiya Soriya bangek e ji bo dadmendiya dîrokî û dupatkirina sozê ye ji bo parastina pirrengî û pêkvejiyanê, bi rengekî ku ti tawana li ser bingeha nasname, netewe yan olê li dijî mirovahiyê dubare nebe.

Komkujiya Soriya wek yek ji tawanên herî hovane û reş ên rejîmên yek li pey yek ên Iraqê li dijî pêkhateyên Kurdistanê tê dîtin. Salane di 16ê Îlonê de welatî û aliyên siyasî yên Kurd û Krîstiyan bi rêz û şanaziyeke mezin bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê û "Roja Şehîdên Kildan" bilind radigirin.