Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê karmendan de biryareke giring da
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya asayî de bi yekdengî biryar da ku proseya danîna kesên nû li dewsa wan karmendan (şûngirtin) bixe warê cibicîkirinê, yên ku li ser dahata navxwe ya her du Wezaretên Perwerdeyê û Xwendina Bilind hatibûn wergirtin.
Encûmena Wezîran îro 16ê Îlona 2026an, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji Kurdistan24ê re ragihand, di beşa yekem a civînê de, amadekariyên bo sala nû ya xwendinê ya 2026–2027an ji aliyê wezîrên Perwerde û Xwendina Bilind ve hatin pêşkêşkirin. Piştre şandeya bilind a hikûmetê raporek li ser encamên civînên xwe yên ligel Wezaretên Darayî, Petrol û Plandananê yên Iraqê derbarê pêşnûmeya yasaya budceya 2027an û hevdîtinên ligel fraksiyonên kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê pêşkêş kir. Herwiha daneyên pêwendîdar bi pişka Herêma Kurdistanê ve li gorî encamên serjimêriya giştî ya dawî ya Iraqê bi hûrgilî hatin nirxandin.
Derbarê mijara sereke ya civînê de, Pêşewa Hewramanî diyar kir ku Encûmena Wezîran bi yekdengî biryar da ku proseya şûngirtinê ji bo hemû wan karmendan bê çalakkirin ên ku li ser dahata navxwe li Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî hatibûn damezrandin.
Berdevkê hikûmetê da zanîn ku li gorî vê biryarê, destûr ji bo her du wezaretan tê dayîn ku cihê wan karmendan dagirin ên ku berê li ser dahata navxwe hatibûn wergirtin û bi her sedemekê be dest ji kar berdabûn.
Di salên borî de ji ber qeyrana darayî û rawestandina damezrandina daîmî, her du Wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind ji bo birêvebirina karûbarên xwe yên rojane pişta xwe bi wergirtina karmendan li ser dahata navxwe ya saziyên xwe girê dabûn. Ev karmend roleke giring di meşandina karên kargêrî û xizmetguzariyê de dilîzin.
Beriya vê biryarê, ji ber rênimayên darayî dema karmendekî dest ji kar berda, saziyan nedikarîn kesekî nû li şûna wî deynin; vê yekê jî di navendên perwerdeyê de kêmasiya karmendan û giraniya li ser kar derdixist holê. Biryara nû dê alîkar be ku zanîngeh û saziyên perwerdeyê bêyî zêdekirina barê darayî yê nû li ser hikûmetê, valahiyên xwe dagirin û berdewamiyê bidin karên xwe yên kargêrî.