Mesrûr Barzanî û balyoza Taylendayê pêşxistina pevguhartinên bazirganî gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Îlona 2026an pêşwazî li Balyoza Şahnişîna Taylendayê ya li Urdun û Iraqê, Jiraporn Jirampaikool kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Taylendayê di warên curbicur de, bi taybetî di warê pevguhartinên û bazirganiyê de hat kirin.
Di beşeke din a gotûbêjan de, behsa rewş û mercên jiyana welatiyên taylendî yên niştecihên Herêma Kurdistanê hat kirin.