Serok Barzanî û Balyozê Îtalyayê pêşhat û guhertinên deverê nîqaş dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Îraqê kir û bi berfirehî li ser metirsiyên terorê, aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û berferehkirina hevahengiya navbera Pêşmergeyan û Artêşa Îtalyayê axivin.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolò Fontana kir.
Di wê civînê de, Balyozê Îtalyayê li Îraqê, ji ber koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselem Barzanî, hevxemiya xwe ji bo Serok Barzanî diyar kir.
Serok Mesûd Barzanî di wê hevdîtinê de ligel Balyozê Îtalyayê dîtin û nêrînên xwe li ser pêşhat û guhertinên dawiyê yên deverê, gef û astengiyên li pêşiya Îraqê di qonaxa bê de û metirsiyên terorê li hev guhartin.
Her girêdayî van mijaran, Balyozê Îtalyayê li Îraqê tekez kir li ser wê yekê kir ku welatê wî bi giringî ve li paşeroja Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo wan giringiyeke zêde heye.
Di pareka din a wê hevdîtinê de tevî amajedana bi hevahengî û karê hevpar ê di navbera Artêşa Îtalyayê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de di şerê li dijî terorê de di salên borî de, tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê jî hate kirin.