Pervîn Buldan nûçeyên avakirina vîlayekê bo Ocalan red kirin

Pervin Buldan
Pervin Buldan

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan îdîayên li ser çêkirina "vîlayeka taybet" bo Abdullah Ocalan red kirin û eşkere kir ku tenê xaniyekî guncayî bo birêvebirina proseya çekdanîna PKKê hatiye amadekirin.

Endama Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, di bernameyeke televîzyona Tirkiyeyê de eşkere kir ku beriya du rojan serdana Girava Îmraliyê kiriye û ligel Rêberê Zindankirî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan civiyane.

Li ser îdîayên çêkirina vîlayekê bo Ocalan, Pervîn Buldan ragihand: "Di baxçeyê girtîgeha Îmraliyê de xaniyekî taybet hatiye çêkirin. Armanca sereke ji vî cihî ew e ku Ocalan bikaribe bi awayekî hêsan û birêkûpêk proseya çekdanîna PKKê birêve bibe. Ew cih ne vîla ye, belkî di çarçoveya proseya çekdanîn û siyasîkirina pêngavan de hatiye çêkirin. Ji bo vê yekê jî, divê berdewam peywendî ligel Ocalan hebe."

Pervîn Buldan bal kişand ser wê yekê jî ku Abdullah Ocalan heta niha neçûye di nav wî avahîyî de; ji ber ku hêj pêdivîtiya wî bi tîmeke kar heye, ji bo ku dest bi kar bibe.

Beriya niha Serokê MHPê Devlet Bahçelî ragihandibû ku li Girava Îmraliyê vîlayeke 250 metreyên çargoşeyî, ku baxçeyê wê sê caran hindî mezindiya wî xanî ye, taybet bo Ocalan hatiye amadekirin. Di eynî demê de berpirsên bilind ên PKKê jî berê ragihandibû ku şertê wan ê sereke bo serperiştîkirina proseya çekdanînê ew e ku Ocalan bo cihekî guncayî bê veguhastin.