Encûmena Wezîran ji Îraqê dixwaze pabendî rêjeya 14.14% ya şêniyên Kurdistanê be

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê biryara Encûmena Bilind a Şêniyan a Îraqê bo diyarkirina rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê bi 12.68% red dike û tekezê li ser rêjeya fermî ya 14.14% dike, tekez jî dike ku divê di projeqanûna budceya 2027ê de pişk û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê û mûçeyên mûçexoran bi awayekî dadperwerane û dûr ji hevrikiyên siyasî bêne cîgirkirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya û çend pirsên giring ên girêdayî rewşa navxwe û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin.

Amadekariyên sala nû ya xwendinê û tevlîbûna di PISAyê de

Di para yekê ya civînê de, her yek ji Wezîrên Perwerdeyê, Xwendina Bilind û Vekolanên Zanistî raportek li ser amadekariyên karêgêrî, perwerdeyî, zanistî û teknîkî bo destpêkirina sala nû ya xwendinê (2026-2027) pêşkêş kir.

Herwiha Wezîrê Perwerdeyê raporteke taybet li ser amadekariyan bo tevlîbûna Herêma Kurdistanê di Bernameya Navdewletî ya Nirxandina Xwendekaran (PISA) de pêşkêş kir, ku amanc jê pîvana astê sîstemê perwerdeyî ye bi pîverên cîhanî di warên zanist, bîrkarî û xwendinê de.

Encûmena Wezîran tekez li ser giringiya tevlîbûna di vê bernameya navdewletî de kir, ji bo destnîşankirina xalên bihêz û lawaz ên kerta perwerdeyê û bilindkirina kalitiya xwendinê, herwesa biryar da ku sala nû ya xwendinê di dema xwe ya diyarkirî de dest pê bike û raspardeyên pêdivî jî bo dabînkirina pêdiviyên dibistan û zanîngehan derxistin.

Redkirina rêjeya 12.68% ya şêniyên Herêma Kurdistanê û penabirina bo dadgehê

Di tewerê duyê de, Wezîrê Plandananê raportek di derheqa biryarên van dawiyan ên Encûmena Bilind a Şêniyan a Îraqê de berçav kir, ku di nav de rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê wekî 12.68% diyar kiriye.

Encûmena Wezîran ev biryara Bexdayê bi temamî red kir û tekez kir ku li gorî encamên fermî û pejirandî yên serhijmêriya giştî ya şêniyan a sala 2024ê, rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê 14.14% ye. Ev prose jî bi hevfêmkirin û lihevkirina Wezareta Plandananê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Plandananê ya Îraqê her duyan hatiye kirin û ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê ve jî hatiye pejirandin.

Encûmena Wezîran her yek ji Wezaretên Plandanan, Dad û Dîwanê û Sekretariya Encûmena Wezîran raspartin ku hemî rêkarên destûrî, qanûnî û dadwerî bi cih bînin, bo rastvekirina vê rêjeyê û pabendbûna bi encamên rastîn (14.14%); ji ber ku ev rêje tenê girêdayî budce û dahatê nîne, belkî bandora wê ya rastrast li ser astê tevlîbûn û nûneratiya Kurdan di dezgehên federal, parlamentoyê, postên siyadî û balyozxaneyên Îraqê yên li dervayê welat de heye.

Şanda bilind li Bexdayê û berevanîkirina ji mûçe û budceyên 2027ê

Di para dawiyê de, şanda bilind a danûstandina a Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên danûstandinên xwe yên van dawiyan li Bexdayê li gel Wezaretên Darayî, Plandanan û Petrolê yên Îraqê li ser amadekariyên çêkirina reşnivîsa budceya federal a 2027ê ragihandin.

Wê şandê bizavên xwe bo cîgirkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, dosyeya mûçeyan, dahatên petrolî û nepetrolî, xerciyên hakime û siyadî û qerzên navdewletî ron kirin. Li beranberî wê yekê jî, Sekretêrê Encûmena Wezîran behsa wan asteng û berbestan kir ên ku di qanûnê budceya salên borî de hebûn (wekî bikaranîna pîverê "xercakirina rastîn û zêdekirina berçav a xerciyên siyadî) ku bûne sedema kêmkirin û lengkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Encûmena Wezîran tekez jî kir ku nabe mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê bi ti nakokiyeke petrolî an darayî ve bê girêdan, belkî divê wekî fermanberên Îraqê û li ser bingehê Wekhevî û biryara Şibata 2024ê ya Dadgeha Bilind a Federal di dema xwe de bên xerckirin.

Herwiha biryar hate dan ku danûstandin li gel Bexdayê berdewam bin, daku reşnivîsa budceya 2027ê li ser bingehê destûr û bi dadperwerî bê çêkirin. Encûmena Wezîran daxwaz ji hemî fraksyonên Kurdistanî li Parlamentoya Îraqê jî kir ku bêyî cudahî di berevanîkirina ji pişk û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yekrêz û teba bin.

Bîranîna komkujiya gundê Soryayê

Di dawiya civînê de jî, Encûmena Wezîran di salvegera komkujiya gundê Soryayê de li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi rêz û rûmet ve bîranîna şehîdên wê karesatê bilind nirxand, ku di sala 1969ê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve li dijî welatiyên Mesîhî (Kildan) û Misilmanên wî gundî hate kirin.