Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê: Proseya aştiyê biratiya hezar salan bihêztir dike

Yaşar Guler
Yaşar Guler

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê ragihand ku proseya aştiyê destkeftiyên ewlehiyê diparêze, biratiya hezar salan bihêz dike û tundûtîjiyê ji rojeva welat derdixe; tekez jî kir ku bihêzkirina eniya navxweyî pêgeha navdewletî ya Tirkiyeyê bihêztir dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bal kişand ser pêngavên welatê xwe ji bo çespandina aramiyê û ragihand: "Proseya aştiyê destkeftiyên ewlehiyê diparêze, biratiya hezar salan bihêz dike û tundûtîjiyê ji karnameya welat derdixe."

Di derheqa zemînesaziya qanûnî de bo vê pêngavê, Guler ragihand: "Bo garantîkirina bingehê qanûnî bo vê proseyê, parlamentoya me bi piraniya dengên yekcar mezin, qanûna bihêzkirina tebayiya nîştimanî û hevgirtina civakî derxist û bi vê yekê jî pêngaveke dîrokî avêt."

Navborî bandora aştiya navxweyî li ser pêgeha derve ron kir û amaje kir: "Bêguman dema Tirkiye eniya xwe ya navxweyî bihêz bike û aramî û yekrêziya civakî misoger bike, li ser astê navdewletî jî dibe xwedan gotin û biryar û pêgeha wê zêdetir bibandor dikeve; ji ber hindê jî di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemiyan."

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekez li ser giringiya rizgarkirina welatiyan û hişyariya ewlehiyê kir û got: "Divê em guh bidin daxwazên welatiyên xwe û bigihîjin aliyên peywendîdar, herwiha li beranber her yarî û bizavrka tîkderane jî pêdivî ye herdem hişyarî û çavvekirina temam hebe."