Kalemêrekî Sûrî piştî 15 salan ji koçberiyê gencîneya xwe ya veşartî dertîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "El-Mersed" çîrokeke balkêş û hestiyar a kalemêrekî Sûrî belav kir, ku piştî zêdetirî 15 salan ji koçberî û dûrketina ji welat, vegeriyaye mala xwe ya kevn a li bajarê Şamê û nehêniyeke mezin a di mala xwe de veşartî derxe.
Li gorî zanyariyan, di dawiya sala 2011an de dema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, vî welatiyê Sûrî biryar da ku ji welat derkeve û ber bi Kuweytê ve koç bike. Lê beriya derketinê, xemeke mezin di dilê wî de hebû; ew jî gencîneyeke pir bi qîmet a di nava mala wî de bû: pirtûkxaneya wî ya taybet ku bi sedan pirtûkên îslamî, ramanî û dîrokî li xwe digirt.
Di wan deman de, rejîma Esed çavdêriyeke gelekî tund li ser pirtûk, nivîsar û çavkaniyên fikrî sepandibû. Tenê hebûna berhemeke olî yan siyasî ya qedexekirî di malekê de bes bû ku xwediyê wê bi salan li zindanê bimîne û rastî eşkenceyê bê.
Ji bo ku pirtûkên xwe ji desteserkirin û şewitandina ji aliyê hêzên ewlehiyê ve biparêze, vî kalemêrî biryareke sosret da; wî bi destên xwe li pêş refikên pirtûkxaneyê dîwarekî nû çêkir û bi temamî ji çavan veşart. Dîwar bi wî rengî hatibû avakirin, ku her kesê bihata hundirê malê, wisa dizanî ew dîwarê resen û asayî yê xaniyê ye.
Piştî derbasbûna 15 salan ji jiyana penaberiyê, ew welatî vedigere mala xwe ya li paytexta Sûriyeyê. Di vîdyoyekê de ku li ser torên civakî rastî hezkirin û dengvedaneke mezin hatiye, tê dîtin ka çawa ew kalemêr bi destên xwe vî dîwarê sexte hildiweşîne. Piştî rûxandina dîwêr, bi sedan pirtûkên wî bi şêweyekî gelekî birêkûpêk û saxlem, bêyî ku ti zerar gihiştibe wan, mîna roja yekem parastî mane.
بعد 15 عامًا.. بالفيديو : سوري يعود إلى منزله في دمشق ويهدم جدارًا أخفى خلفه مئات الكتب الإسلامية خوفًا من نظام الأسد البائد
— صحيفة المرصد (@marsdnews24) September 16, 2026
…………
صحيفة المرصد: عاد رجل سوري مسن إلى منزله في دمشق بعد سنوات طويلة قضاها خارج البلاد، ليكشف عن مكتبة خاصة كان قد أخفاها خلف جدار داخل المنزل قبل… pic.twitter.com/kvgUF6dVOG