Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Kemal Şakir dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Kemal Şakir, Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û Wezîrê berê yê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyameke hevxemî û sersaxiyê belav kir û ew wekî siyasetmedarekî niştimanperwer binav kir ku jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê xwe terxan kiribû.
Deqa peyama Serok Barzanî:
"Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kemal Şakir gihişt min.
Xwedêjêrazî Kemal Şakir kesayetî û siyasetmedarekî nîştimanperwer ê Kurd bû ku jiyana xwe ji bo xebat û têkoşîna gelê xwe terxan kir.
Ez serxweşiya xwe ji malbat, kessûkar û hevalên xwedêjêrazî Kemal Şakir re radigihînim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku cihê wî bike bihişt û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.
Inna lillah wa inna ilayhi raji'ûn"