Dadgeha Pêdaçûnê ya Neynewayê rênimayên nû ji bo rizgarbûyên Êzidî derdixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Pêdaçûnê ya Neynewayê ya ser bi Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ve, bi biryareke fermî ferman da hemû dadgeh û saziyên dadwerî yên parêzgehê ku di dema wergirtina îfadeyan de, rewşa derûnî û taybetmendiyên rizgarbûyên Êzidî li ber çavan bigirin û hemû hêsankariyan ji wan re peyda bikin.
Biryarname roja 15ê Îlona 2026an bi îmzeya Serokê Dadgeha Pêdaçûnê ya Neynewayê, dadwer Raîd Hemîd Muslih hatiye derxistin û îro 17ê Îlonê hat weşandin. Di naveroka fermanê de hatiye diyarkirin ku ev biryar li ser bingeha berjewendiya giştî û piştrastkirina "Yasaya Rizgarbûyên Êzidî ya Hejmar 8 a Sala 2021ê" hatiye dayîn, da ku dadgeh di dema wergirtina îfadeyan de taybetmendiya qurbaniyan biparêzin.
Ferman li ser du xalên sereke tekez dike:
- Pêwîst e di dema wergirtina îfade û gotinên rizgarbûyan de hemû şertên parastina taybetmendiya wan werin bicihanîn; îfadeyên wan bi tenê û bêyî amadebûna kesên din bêne tomarkirin, da ku bikarin bi azadî biaxivin.
- Ji ber giraniya rewşa derûnî û civakî ya serdema êrîşên DAIŞê, gelek rizgarbûyan di qonaxên destpêkê de nekariye navê wan kesên ku tawan li dijî wan kirine aşkere bikin. Ji ber vê yekê, dadgeh divê derfetên nû bidin wan û di rêkarên darazê de alîkariyê bikin da ku edalet pêk were.
Rêxistina terorîst a DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê û deverên derdora wê kir, komkujiyeke berfireh li dijî kurdên Êzidî pêk anî û bi hezaran jin û zarok hatin revandin ku rastî tundûtûjiya derûnî û laşî ya dijwar hatin.
Ji bo dabînkirina dadweriyê û qerebûkirina qurbaniyan, Parlamentoya Iraqê di sala 2021ê de "Yasaya Rizgarbûyên Êzidî" pejirand. Ev yasa mafên madî, mûçeyê mehane, nûjenkirin û çavdêriya derûnî û civakî ji bo qurbaniyên komkujiyê mîsoger dike.
Tevî ku çend sal bi ser wê karesatê re derbas bûne jî, ji ber şopên kûr ên derûnî yên êrîşên hovane yên DAIŞê, gelek ji jinên rizgarbûyî di serî de nediwêrîn an jî ji ber şerm û tirsê nikanîbûn navê sûcdaran aşkere bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî piştgiriya dosyeya karesata Şingalê dike û bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, alîkariyeke darayî ya mehane ji bo jin û keçên rizgarbûyên Êzidî hatiye terxankirin û bi rêkûpêk tê dayîn.