Bilindbûna bihayê sotemeniyê bandoreke xirab li ser welatiyên Şamê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Bilindbûna bihayê sotemeniyê di vê dema dawiyê de bandoreke xirab li ser rewşa şofêrên otobusan li taxa Wadî el-Meşarîyê li Şama paytexta Sûriyeyê kiriye û barê darayî li ser milê fermanber, xwendekar û welatiyan giran kiriye.
Şofêrekî otobusê diyar dike ku bihayê mazotê gelek bilind bûye, lewma ew ji sibehê heta êvarî tenê bo heqê mazota xwe dixebitin. Ew balê dikişîne ser wê yekê jî ku ligel mazotê, bihayê dolar, kelûpelan û destheqê hostayan jî giran bûye, bi awayekî ku dahata wan 10% ji xerciyên wan jî nagire.
Giranîya sotemeniyê ji hemî aliyan ve bandor li ser jiyana rojane ya mirovan kiriye, ku xerciya veguhastina kelûpelan, kirêya servîsan û bihayê kelûpelên jiyana rojane yên sereke jî bilind kiriye. Xwendekarekî zanîngehê jî diyar dike ku kirêya servîsê ji 3 hezar lîreyan bûye 5 hezar lîre û ev yek barê wan gelek giran dike.
Xwecihên wê taxê bang li hikûmetê dikin ku ji biryara xwe vegere, desttêwerdaneke bilez bikin û zexta li ser xelkê ku dahata wan sînordar e û rastî astengî û zehmetiyan dibin kêm bikin, da ku welatî karibin debara jiyana xwe bikin.