Trump yasayeke nû ya cezayan li dijî Rûsyayê îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump yasaya sepandina cezayên nû li dijî Moskoyê îmze kir. Armanca vê qanûnê zêdekirina guşaran e li ser Rûsyayê ji ber berdewamiya şerê Ukraynayê. Ev pêngav piştî demeke kurt ji pesendkirina wê yasayê li Kongressa Amerîkayê pêk hat.

Donald Trump yasaya nû ya cezayan îmze kir. Ev biryar wekî yekem pêngava mezin a Kongressê ya li dijî Moskoyê tê dîtin, ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî. Navê senatorê Komarî yê koçkirî Lindsey Graham li vê yasayê hatiye danîn; Graham ku pêşengê sereke yê vê yasayê bû û parêzvanekî serhişk ê Ukraynayê bû, di meha Tîrmehê de koça dawî kiribû. 

Pakêta nû ya cezayan cara yekem e ku bi rasterast "Fîloya Sîber" a Rûsyayê dike armanc. Cezayên navborî di heman demê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û çendîn rayedarên payebilind ên din ên Moskoyê jî li xwe digirin.

Li kêleka van tedbîran, yasa desthilatê dide Trump ku heta rêjeya %100ê bacên gumrikêl li ser wan welatên ku kiryarên mezin ên petrol û gaza Rûsyayê ne, bisepîne. Tê pêşbînîkirin ku ev biryar welatên mîna Çîn û Hindistanê jî li xwe bigire.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê roja pêncşemê ev yasa pesend kiribû, piştî ku berê di meha Tebaxê de ji aliyê Senatoyê ve jî hatibû pejirandin.

Îmzekirina vê yasayê ji aliyê Donald Trump ve di demekê de ye ku vê dawiyê careke din guftûgo û danûstandinên ligel Mosko û Kîevê dest pê kirine. Di vê çarçoveyê de, her du nûnerên taybet ên Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner, vê dawiyê serdana her du paytextan kiribûn.