Li Iraqê çekdarên DAIŞê êrîşî xetên elektrîkê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li ser riya navbera her du bajarên Hedîse û Bêcî êrîşî xetên veguhastina elektrîkê kirin û di encamê de stûneke voltaja bilind a veguhestina enerjiyê teqandin. Di heman şevê de, hewldana wan a ji bo teqandina stûneke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat têkbirin.

Serokê Komîteya Ewlehiyê li Encûmena Parêzgeha Enbarê Seid Xazî Mihemed îro 19ê Îlonê ragihand, ji ber vê êrîşê, xeta sereke ya elektrîkê ya ku her du bajaran bi hev ve girêdide bi temamî qut bûye. Mihemed da zanîn ku zanyariyên destpêkê teqandina stûneke xeta veguhastina enerjiyê piştrast dikin.

Herwiha jêderekî din a ewlehiyê aşkere kir, hêzên ewlehiyê yên Iraqê hewldaneke din a çekdarên DAIŞê ya ji bo armancgirtina stûneke elektrîkê li navçeya navbera Bêcî (li parêzgeha Selahedînê) û Hedîseyê (li parêzgeha Enbarê) pûç kiriye.

Heman jêderî diyar kir, hêzên ewlehiyê bi hewldaneke bilez destwerdan kirin û berî ku êrîşkar bigihêjin armanca xwe, êrîşa wan şikandin. Li ser vê yekê, di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de pevçûneke çekdarî derket.