Tirkiyeyê li dijî Îranê biryarek da

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Tirkiyeyê destûra kar û moleta çalakiyê ya Banka Mîllet (Bank Mellat) a Îranê hilweşandin. Hat ragihandin ku sedema vê biryarê parastina aramiya darayî ya welêt û xwe-parastina ji cezayên Amerîkayê ye.

Derengiya şeva înê, 18ê Îlona 2026an, biryara fermî ya têkildarî hilweşandina destûra vê banka Îranî di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin. Desteya Rêkxistin û Çavdêriya Bankan a Tirkiyeyê (BDDK), ji bo vê pêngavê pişta xwe bi xala 71ê ya Qanûna Bankevaniyê girê daye.

Desteya navborî di biryara xwe de da xuyakirin ku berdewamiya kar û çalakiyên vê bankê metirsiyek e li ser mafên emanetgiran û xwediyên sindoqên pişkdariyê; herwiha gefeke mezin e li ser ewlehî û aramiya giştî ya sîstema darayî ya Tirkiyeyê.

Ev gava Enqereyê tenê du hefte piştî wê yekê tê ku Amerîkayê ceza li ser bankeke Tirkiyê sepandibû. Sedema cezayê Washingtonê jî ew bû ku banka Tirkî bi hebûna têkiliyên darayî yên bi Supaya Pasdarên Îranê re hatibû tohmetbarkirin.

Banka Mîllet yek ji navendên darayî yên sereke yên Komara Îslamî ya Îranê ye û pişka herî mezin a bankê girêdayî hikûmetê ye. Ev banke bi awayekî rasterast piştgiriya darayî ji bo projeyên hikûmeta Tehranê dabîn dike, lewma ji mêj ve di lîsteya reş a cezayên Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê de cih digire.

Peywendiyên aborî û darayî yên navbera Tirkiye û Îranê her tim di bin çavdêriya tund a welatên Rojava de bûne. Di salên dawî de, Washingtonê fişareke mezin xistiye ser Enqereyê, da ku nehêle cezayên li dijî Tehranê bi rêya sîstema bankî ya Tirkiyeyê werin binpêkirin.