Keçeke ji Rojhilatê Kurdistanê dîroka cilûbergên Kurdî vedijîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Dîzaynera ciwan a Kurd Lane Zana bi sûdwergirtina ji arşîva wêneyên kevn ên herêmên cuda yên Kurdistanê, cilûbergên resen ên Kurdî bi awayekî pîşeyî ji nû ve dîzayn dike û wan vedigerîne serdema wan a zêrîn.
Lane Zana, ku li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û li welatên rojavayî mezin bûye, tevî dûrketina ji welat jî girêdaneke xurt bi çand û nasnameya xwe re ava kiriye. Ew bi hûrbînî li ser arşîvên dîrokî kar dike, da ku cilên Kurdî yên berê bi heman ruh û şêwaza serdema wan ji nû ve vejîne.
Lane Zana ji Kurdistan24ê re behsa destpêka karê xwe dike û dibêje: "Ez 20 salî me û ev sê sal in li ser yekem koleksiyona xwe dixebitim. Çand û cilûbergên Kurdî beşekî gelekî girîng ê jiyana min in. Ev hest her tim di dilê min de hebûye, ne ku mijareke rasthatinê ye ku min vê dawiyê min dîtibe."
Ev şêwazkara ciwan tekez dike, parastina resenatiya cilûbergan di pêşenga karên wê de ye; ji ber ku li gorî nêrîna wê, dirûtina cilên nû bêyî vegera li dîrokê dibe sedema windabûna nirxên dîrokî. Zana dide zanîn ku ew wêneyên reş û spî yên kevn ên Kurdan wekî kaniya îlhama xwe bikar tîne û hewl dide giyanê berê di dîzaynên xwe de zindî bike, tevî ku ji bo guncandinê hinek destkariyan jî dike.
Li ser pirsa cîhankirina kincên Kurdî, Lane Zana bawer dike ku parastina resenatiya çandê divê li pêş be. Ew hişyariyê dide ku hewildana giştîkirina cilûbergan ji bo veguherandina wan bo brandeke cîhanî, dikare zirarê bide nasnameya wan a resen. Ew ronî dike ku mebesta wê ne ew e ku gelên din cilên Kurdî li xwe nekin, belkî armanc parastina taybetmendiya wan a dîrokî ye.
Navê yekem berhevoka karên wê "Dûnadûn" e; peyvek e ku ji baweriya Yarsanî hatiye wergirtin û tê wateya "ji nû ve zayînê" ango "vejînê".
Lane Zana derbarê naveroka vê koleksiyonê de dibêje: "Di vê berhevokê de min hewl daye wan kincên Kurdî bidûrêm ku îro êdî nayên lixwekirin. Koleksiyona min ji 42 dîzaynan pêk tê; beşek ji wan ji herêmên cihêreng ên Kurdistanê hatine wergirtin û beşek jî dîzaynên asayî ne."
Di dawiya karên xwe de, Lane Zana çend nimûneyên cilûbergên çandî yên devera Urmiyeyê û her wiha çend modelên cilên mêrane nîşan dane, ku hemû bi hûrgilî û rasterast li ser bingeha wêneyên arşîvî hatine dîzaynkirin.