Parêzgarê Hewlêrê: Pirojeya rêya Spîlk - Qendîlê dikeve warê cîbicîkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku pirojeya stratejîk a durêya hêlkirina navbera Spîlk û Qendîlê bi dîzaynkirina serdemiyane dikeve warê cîbicîkirinê; ev rê dê bibe şahdemara sereke ya girêdana Hewlêrê bi Îdareya Serbixwe ya Soranê û deriyên sînorî ve.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 19ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de diyar kir, ev proje xwedî girîngiyeke stratejîk e û bi rêya dîzayneke nûjen dê were encamdan, ku tê de pirsgirêka pêçkên zehmet ên Spîlkê bi temamî bê çareserkirin.

Xoşnaw herwiha aşkere kir, ev xet wekî şahdemara sereke ya parêzgeha Hewlêrê tê hejmartin ku navendê bi Îdareya Serbixwe ya Soranê û dergehên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê ve girê dide; ev yek dê hêsankariyeke mezin di çûnûhatina welatiyan de çêbike û tevgera bazirganiyê geştir bike.

Têkildarî dema destpêkirin û qonaxên vî karî, di daxuyaniyê de hat ragihandin: "Tê çaverêkirin ku yekser piştî bidawîbûna karên tunêl û rêya Mîrawe – Maweran, dest bi vê projeyî were kirin. Herwiha biryar e ku karkirina li ser durêya Spîlk – Qendîlê di çend qonaxên cuda de derbasî qonaxa cîbicîkirinê bibe."