Amerîka şandina dolarên kaş ji bo Iraqê kêm dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Dînarê Iraqî îro careke din li hemberî Dolarê Amerîkî beşek ji bihayê xwe ji dest da. Endamekî Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê sedema vê daketinê vedigerîne kêmbûna herikîna dolar bo bazarên navxweyî, kêmkirina xistina dolar bo bazarê ji aliyê Banka Navendî ve û metirsiyên girêdayî pirsa danîna çekên komên çekdar.
Di nava hefteya borî de asta bihayê dolar li bazarên Iraqê ber bi jor ve çûye; bi awayekî ku li hember her 100 dolarên Amerîkî, nêzîkî 10 hezar dînarên Iraqî zêdebûn çêbûye û her dolarek gihîştiye 1600 dînarî.
Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdulxefar dji Kurdistan24ê re ragihand, roja 6ê Tebaxê ya îsal cara dawî bû ku Banka Federal a Amerîkayê (Fed) 500 milyon dolarên kaş ji bo Banka Navendî ya Iraqê şandine. Ebdulxefar da zanîn, ew birê diravî ji bo dabînkirina mûçeyan, geştiyariyê û hewaleyên derve hatiye bikaranîn û niha tenê rêjeyeke gelekî kêm jê maye.
Ebdulxefar tekez kir, eger heta roja 30ê Îlonê komên çekdar çekên xwe daneynin, metirsiyeke cidî heye ku Banka Federal a Amerîkayê bi hêsanî dolarên kaş bo Iraqê neşîne.
Derbarê vê rewşê de, pisporê aboriyê Ehmed Caf diyar dike, Amerîkayê bi rengekî zelal û aşkere daye xuyakirin ku her welatek ku hevkariya Îranê bike, dê rastî cezayên aborî bê; ev helwest jî yek ji sedemên sereke yên bilindbûna bihayê dolar li Iraqê ye.
Caf her wiha ronî kir, redkirina radestkirina çekan ji aliyê du grûpên ser bi "Eniya Berxwedanê" ve, metirsiyeke rasterast li ser aramiya bazarê çêkiriye. Caf eşkere kir ku ji bo çareserkirina vê rewşê, biryar e Elî Zeydî di nav du rojên bê de serdana Amerîkayê bike û eger rêkeftineke ewlehiyê bê îmzekirin, tê pêşbînîkirin ku bihayê dolar cardin dakeve.
Tevliheviya rewşa aborî û darayî ya Iraqê rasterast bi aramiya ewlehî û siyasî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, çavdêrên aborî pêşbînî dikin ku heta meheke din û heta ku çarenivîsa vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û mijara bêçekkirina komên çekdar bi yekcarî yekalî nebe, dê bazarên diravan li Iraqê di rewşeke nearam û nediyar de bimînin.