Kîm Husên: Firokxaneya Navdewletî ya Qamişloyê di demeke nêzîk de tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Kurd ê Parlamentoya Sûriyeyê Kîm Husên Îbrahîm ragihand, piştî temamkirina rêkarên pêwîst ên ewlehiyê, Firokxaneya Navdewletî ya Qamişloyê dê di demek nêzîk de ji nû ve bê vekirin û dest bi geştên xwe yên asmanî bike.
Kîm Husên Îbrahîm di daxuyaniyekê de ji bo medyaya navxweyî ya Sûriyeyê diyar kir, firokxaneya Qamişlo ji aliyê binesazî û alavên teknîkî ve amade ye û piraniya pergal û alavên wê saxlem in û ti zirar negihîştiye wan. Herwiha da zanîn jî, niha tenê kar li ser temamkirina tedbîrên navxweyî yên ewlehiyê tê kirin, da ku di heyama mehekê de deriyên firokxaneyê li ber geştan bi fermî werin vekirin.
Wî parlamenterê Kurd aşkere kir, şiyana karkirinê ya firokxaneyê dê rojane di navbera 5 heta 7 firokeyan de be. Firokxane dê pêşwaziya geştên navxweyî, herêmî û navdewletî bike; her wiha biryar e geştên asmanî yên rasterast ber bi welatên Ewropayê yên wekî Almanya û Swêdê jî dest pê bikin.
Derbarê tîm û karmendên firokxaneyê de, Îbrahîm tekez kir ku hemû karmend dê ji xelkê herêmê bin û ew ê li gorî pîvanên taybet ên akademîk, pîşeyî û teknîkî werin hilbijartin û bicihkirin.
Desteya Giştî ya Firokewaniya Sivîl û Veguhestina Asmanî roja 25ê Sibata borî xebatên nûjenkirin û çakkirina Firokxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê dabû destpêkirin, bi mebesta bilindkirina asta amadebûna wê ya teknîkî da ku bi hemû kapasîteya xwe ya xebatê vegere xizmeta welatiyan.