Sebah Numan: 30ê Îlonê dosyaya ewlehiyê bi temamî dikeve bin desthilata niştimanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, roja 30ê Îlonê dê bibe qonaxeke yekalîker ji bo bidestxistina serweriya neteweyî û birêvebirina dosyaya ewlehiyê bi destê dewletê. Hat tekezkirin ku piştî vê dîrokê ti hincet ji bo tevgerên leşkerî yên li derveyî çarçoveya desthilata fermî ya dewletê namîne.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan îro 19ê Îlona 2026an, di daxuyaniyekê ji bo Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) de aşkere kir, 30ê Îlonê di dîroka saziya leşkerî û ewlehiyê de xaleke werçerxanê ya stratejîk e; ji ber ku ev gav derbasbûneke pratîkî ye ber bi xwerêveberî û xwepiştgirîkirina temam a dosyaya ewlehiyê bi destên hêzên navxweyî.

Sebah Numan da zanîn, hêzên ewlehiyê amadebûn û şiyana xwe ya meydanî ji hemû aliyan re selmandine û got: "Serweriya di peywendiyên navdewletî yên Iraqê de hate çespandin, lewra êdî hêzên me yên çekdar bûne tekane aliyê berpirsiyar ji bo misogerkirina aramiyê û parastina asman û xaka welêt, bêyî ku pêwîstiya me bi ti sîwaneke biyanî hebe."

Herwiha destnîşan kir, çespandina serweriyê stûna sereke ya hêz û bingeha yasayî ye. Got jî: "Dema ku fermandariya neteweyî bibe tekane çavkaniya biryara ewlehiyê, her hincetek ji bo çekhilgirtin û tevgerên li derveyî dewletê namîne."

Numan diyar kir, ev pêngav rewabûn û piştgiriyeke xurt a cemawerî dide dezgehên ewlehiyê da ku rûbirûyî tawanan bibin, aliyên nefermî bêçek bikin û qanûnê bi awayekî wekhev li ser her kesî bisepînin.

Herwiha bal kişand ser destkeftên hêzên ewlehiyê di parastina sînorên federalî, nehêştina bermahiyên terorê, têkbirina torên tawana rêxistinkirî û birêvebirina dosyayên hestiyar ên li hemû parêzgehan, bi taybetî li herêmên xwedî berjewendiyên hevbeş.

Di heman çarçoveyê de, Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Seid Mein di konferanseke rojnamevanî de tekez kir ku niha berjewendiya bilind a Iraqê li ser hemû tiştî re ye.

Mein destnîşan kir ku bi nêzîkbûna roja 30ê Îlonê û bidawîbûna qonaxa vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê re, serweriya temam vedigere ba dewleta Iraqê û ev yek jî barekî giran û berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê tevahiya aliyan ji bo parastina yekparçeyî û aramiya welêt.