Serokwezîr Mesrûr Barzanî Zengilê sala nû ya xwendinê lêxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Îlona 2026an, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd, serdana Dibistana "Global" a li bajarê Hewlêrê kir. Serokwezîr li wir zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdeyê lêxist.

Amarên sereke yên sala nû ya xwendinê:

- Hejmara giştî ya xwendekaran: Zêdetirî 1 milyon û 750 hezar xwendekar dest bi xwemdinê dikin.

- Hejmara dibistanan: 7 hezar û 590 dibistan deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vedikin.

- Xwendekarên pola yekem: Zêdetirî 123 hezar zarok cara yekem dest bi pola yekem a seretayî dikin.

- Pirtûkên çapkirî: Nêzîkî 19 mîiyon pirtûkên nû ji bo sala perwerdeyê hatine amadekirin û çapkirin.

- Kadroya fêrkirinê û karmend: 137 hezar û 516 mamoste û 31 hezar û 219 karmend serpereştiya proseya perwerdeyê dikin.

Di 110 pirtûkan de guhertin hatin kirin

Derbarê pirtûk û naveroka bernameyên perwerdeyê, ji aliyê pispor û mamosteyên Wezareta Perwerdeyê ve, di 110 pirtûk û pênasên xwendinê de guhertin û nûjenkirin hatine kirin.

Guhertinên herî berbiçav ev in: Pirtûka Kurdî ya pola şeşem a seretayî, waneyên Zanistê yên polên 6, 8 û 9an ên seretayî, Bîrkarî ya polên 4, 5, 6an û pola 11emîn a amadeyî, Kîmya ya pola 11emîn, û Teknolojiya Zanyariyan (IT) ji bo polên 7 û 8an, ligel çendîn reformên din ên naverokê.

Di Kabîneya Nehem de 236 dibistanên nû hatin avakirin

Li ser asta çakkirin û avakirina binesaziya perwerdeyê di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ev pêngavên berbiçav hatine avêtin:

- Avakirina 236 dibistan û baxçeyên nû yên zarokan.

- Zêdekirina 476 polên nû di nava dibistanên heyî de.

- Nûjenkirina avahiyên 2 hezar û 650 dibistanan.

Sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê wek yek ji stûnên herî girîng ên stratejiya pêşxistina civakê tê dîtin. Lêdana zengilê destpêkê ji aliyê Serokwezîr ve bûye nerîtekî salane yê girîng û guhartina bernameyên xwendinê jî beşek e ji hewldanên hikûmetê, da ku xwendekarên Kurdistanê karibin di warê zanistî û teknolojiyê de li gorî pîvanên serdemê yên cîhanî bipêş bikevin.