Mesrûr Barzanî bo xwendekaran: Ji bîr nekin ku Kurdistan li benda we ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî zengilê destpêka sala nû ya perwerdeyê ya 2026-2027an lêxist û ragihand, ew ê li ser piştevaniya mamoste û xwendekaran berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Îlona 2026an, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd, serdana Dibistana "Global" a li bajarê Hewlêrê kir. Serokwezîr li wir zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdeyê lêxist û gotarek pêşkêşî xwendekar û mamosteyan kir.

Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Xwendekarên delal,

Mamosteyên birêz,

Amadebûyên hêja,

Gelekî dilxweş im ku îro li vê dibistana xweş tevî we me ji bo destpêkirina saleke nû ya xwendinê, sala (2026-2027).

Destpêkirina vê sala nû li we yên xweştivî, li hemû xwendekarên delal ên vê dibistanê, li mamosteyên vê dibistanê, li tevahiya xwendekarên Kurdistanê û li hemû mamosteyan pîroz dikim. Hêvîdar im saleke tijî destkeftî, şadî û aramî li pêşiya we be. Di vê salê de û di salên pêş de jî her serkeftî bin.

Maşellah li enerjî û zîrekiya we! Gelekî kêfxweş bûm gava ez ketim hundir û min dît ku hûn hemû bi hêz û enerjiyeke bilind li bendê bûn da ku dest bi saleke nû ya xwendinê bikin. Ji bîr nekin ku Kurdistan li benda we ye. Hûn ê di paşerojê de bibin kesên mezin û bibandor da ku welatê xwe bi rê ve bibin.

Di destpêkê de dixwazim ji we re bibêjim ku Hikûmeta Herêmê çi ji destê wê bê ji bo piştevaniya we û piştevaniya mamosteyên birêz kêm nake. Wezareta Perwerdeyê jî berdewam hewl daye ku asta xwendinê; çi ji aliyê naverokê ve, çi ji aliyê avahiyên dibistanan ve, û çi ji aliyê avakirina wan cihên ku ji bo fêrbûnê pêwîst in, pêş bixe û proseya xwendinê bêtir ber bi pêş ve bibe.

Li gorî wan amarên ku li ber destê min in; her di vê heyamê de zêdetirî 310 dibistanên nû hatine avakirin û nêzîkî 629 polên nû li hin dibistanan hatine zêdekirin. Tevahiya wan dibistanên ku di vê heyamê de hatine nûjenkirin 3 hezar û 175 dibistan in ku beşeke wan a mezin ji aliyê hikûmetê û xêrxwazên rêzdar ve hatiye kirin; her wiha wekî ez dizanim îsal zêdetirî 100 dibistanan jî ji aliyê dezgeha (Kurdistan Foundation) ve hewla nûjenkirina wan hatiye dayîn. Ev hemû dikevin xizmeta we yên birêz û delal.

Hikûmet dê li ser dabînkirina pêdiviyên pêwîst berdewam be, da ku hûn bikarin di rewşeke aram û saxlem de xwendina xwe pêş bixin. Cilûbergên we yên îsal jî gelekî xweşik in, înşalah hûn ê sal bi sal di dibistanên xwe yên delal de serkeftinên mezintir bi dest bixin.

Ez ji xwendekarên xweştivî daxwaz dikim ku hinek tişt hene divê ji bîra we neçin; berî her tiştî girîngiyê bidin xwendina xwe, ji ber ku xwendin dikare we di jiyana we de bike kesên serkeftîtir. Pêwîst e berî her tiştî hûn mirovdost bin; ji hev hez bikin, ji mamosteyên xwe hez bikin, ji dê û bav û kesûkarên xwe hez bikin. Bizanin ku bedewiya me di vê yekê de ye ku em ji olên cuda û ji neteweyên cuda ne; lewma ji olên din jî hez bikin, rêzê li hev bigirin û rêzê li ciyawaziyên welatê me bigirin, çimkî bêguman ev ciyawazî û rengarengiya me welatê me ciwantir kiriye.

Ez daxwazê ji we dikim ku hûn jîngedost bin; mala xwe paqij rabigirin, dibistana xwe paqij rabigirin, welatê xwe paqij rabigirin. Min gelek caran jî gotiye; heke hûn bibînin mezin jî rêzê li jîngehê nagirin, hûn rê nedin wan. Hûn paşeroja vî welatî ne, hûn dikarin biryarê bidin ka paşeroja vî welatî dê ber bi kîjan alî ve biçe. Ji ber vê yekê, çiqas ji destê we bê jîngeha welatê xwe biparêzin.

Di heman demê de divê hûn bi hemû şiyana xwe hewl bidin di qonaxên xwendina xwe de biser bikevin. Di ser hemû tiştên ku min behs kirin re, divê her tim bîra we li wê yekê be ku hûn niştimanperwer bin; ev welat berhema xwîna şehîdên me ye, berhema ked û zehmeta Pêşmergeyên me yên qehreman e. Dema min dibihîst we digot “Bijî Pêşmerge”, ev dirûşmek e ku divê em ji kûrahiya canê xwe rêzê lê bigirin; rêzê li Pêşmergeyên xwe bigirin, rêzê li niştimana xwe bigirin û ji welatê xwe hez bikin, ji ber ku em bi welatê xwe ciwan in, û bi serbilindiya vî welatî em dikarin serbilindtir bin.

Ez spasiya mamosteyên birêz jî dikim ku di hemû qonaxan de nehîştine xwendin raweste; wan mamosteyên dilsoz ên ku di keşûhewa û rewşeke nexweş û dijwar de pêşveçûn dane xwendin û fêrkirina xwendekaran. Mamoste ew dersa yekem e ku xwendekar jê fêr dibe. Mamoste bi reftar û kiryarên xwe dikare nîşanî xwendekar bide ka dê bibe çi rengê mirovî. Ji ber vê yekê, ew lêborînî, dilovanî û asta bilind a ku mamoste pêşkêşî xwendekar dike, dikare piştrast be ku dê ew xwendekar jî bi vî rengî were perwerdekirin. Lewma careke din spasiya xweragirî, mandîbûn û xizmeta wan mamosteyên birêz dikim; em bi we serbilind in, mînaka we zêde be û her serkeftî bin.

Destxweşiyê li hemû aliyan dikim, spasiya Wezareta Perwerdeyê dikim ji bo wan karên hêja yên ku ji bo bilindkirina asta xwendinê pêk tînin. Berî her kesî jî, careke din pîrozbahiyê li hemû xwendekarên xweştivî dikim; her serkeftî û saxlem bin, û saleke tijî destkeftî û serfirazî li pêşiya we be.